Yalavûz ê ku leşkeran birîndar kiribû dîsa hate binçavkirin
Osman Yalavûz ê dema li nava baxçeyê xwe li navçeya Lice ya Amedê bû, ji aliyê leşkeran ve gule lê hate reşandin, bi gotina ‘îmzeya te heye’ carekî din hate binçavkirin.
Osman Yalavûz ê dema li nava baxçeyê xwe li navçeya Lice ya Amedê bû, ji aliyê leşkeran ve gule lê hate reşandin, bi gotina ‘îmzeya te heye’ carekî din hate binçavkirin.
Osman Yalavûz ê dema nava baxçe li Gundê Beşişte yê girêdayî navçeya Lice ya Amedê bû, ji aliyê leşkerên ku derketibûn operasyonê ve hatibû gule kirin, dîsa hate binçavkirin. Yalavûz ê ku ji aliyê Qereqola Girê ve ku bi gotina ‘îmzeya te heye’ hate vexwendin, li qereqolê hate binçavkirin.
Yalavûz ê 30 salî xwediyê 4 zarokan, 19’ê Hezîranê dema ku li nava baxçeyê xwe bû, ji aliyê leşkerên ku derketibûn opersyonê ji milê wî birîndar kiribû, piştî ku ji bo dermankirinê rakiribûn nexweşxaneyê û şûnde 25’ê Hezîranê ji aliyê dadgehê ve bi “qedexeya derketina derveyî welat” û “şertê kontrola edlî” hatibû berdan.