Yalavûz ê ku hate binçavkirin birin Licê

Osman Yalavûz, ku li navçeya Licê ya Amedê di dema avdana bexçeyê xwe de bi guleya leşkeran birîndar bû, duh careke din hate binçavkirin. Malbata Yalavûz ku nikare wî bibîne, bi tirs û fikar e.

Osman Yalavûz, ku li gundê Beşişte yê Licê di dema avdana bexçeyê xwe de bi guleya leşkerên derketin operasyonê birîndar bû, duh careke din hate binçavkirin. Ji alavûz re gotin "Divê tu îmzeyê bavêje" û ew birîndarî anîn Qereqola Jendermeyan a Bajarê Amedê. Yalavûz li vir hate binçavkirin û duh bi şev bi helîkopterê birin Fermandariya Jendermeyan a Navçeya Licê.

Kekê wî Bakî Yalavûz anî ziman ku birayê wî li Licê ye, rewşa wî ya tenduristiyê nebaş e û hê tedawiya wî neqediya ye. Kek Yalavûz got, "Rewşa tenduristiyê ya birayê min nebaş e. Nikare li binê çavan bimîne. Bi fermana dozgeriyê, destûr nayê dayin ku em wî bibînin. Jiyana wî di rewşeke xetere de ye."