Xizmên windayan û ÎHD ji bo Vejdîn Avcil li hev civiyan

Xizmên windayan û Şaxa ÎHD’ê ya Amedê vê hefteyê ji bo Vejdîn Avcil li hev civiyan.

Şaxa Komeleya Mafê Mirovan a (ÎHD) Amedê û xizmên windayan, bi dirûşmeya “Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin” çalakiya hefteya 456’an li dar xistin. Çalakî li avahiya komelê hat lidarxistin. Xizmên windayan mîna her hefteyê, vê heftê jî wêneyên windayan hilgirtin. Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Racî Bîlîcî di çalakiyê de axivî û wiha got: “Dewlet û desthilatdariya siyasî cînayetên kiryar nediyar û înfazên di salên 90’î de hatin jiyîn înkar dikin, ji rastiyê direvin û ji bo rastî dernekeve holê li ber xwe didin.” 

'DAXUYANÎ ÎTÎRAFA ÎNFAZAN E'

Bîlîcî, diyar kir ku Wezareta Karê Derve Îsmet Sezgîn ê salên 90’î, têkildarî cînayetên ‘Kiryar ne diyar’ ên salîn 90’î, di sala 2015’an de, daxuyanî da rojnameyekê wiha digot ‘Me di wan salan de têkoşîn da. Di vê têkoşînê de me rêbazên cûda bikar anîn. Me hin kesên dervede jî erkdar kirin.’ Bîlîcî da zanîn ku ev hemû îtîrafin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em cardin bangî dadgehê dikin ku xwedî li erka xwe derbive. Em edaletê dixwazin û dixwazin heqîqet derbikeve holê.”

AQÛBETA VEJDÎN AVCIL PIRSÎN

Xizmên windayan di çalakiya vê hefteyê li aqûbeta Vejdîn Avcil ê ku di 12’ê hezîrana 1994’an de li gundê Adakenta Dêrika Mêrdînê hat binçavkirin û pişt re agahî jê nehat girtin pirsîn. Çîroka Avcil ji aliyê Endamê Komîsyona Windiyan a Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Parêzer Hasan Yalçin ve hat xwendin. Yalçin destnîşan kir ku li gel hemû lêgerînên malbatê jî Avcil nehat dîtin û piştî 18 salan li ser hewldana Şaxa ÎHD’ê ya Mêrdînê hestiyên wî derketin holê û radestî malbatê hatin kirin. Yalçin anî ziman ku her çiqas fermandar û rayedarên leşkerî yên wê demê berpirs hatin dîtin jî piştî doz û dadgehkirinê jî biryara beratê hat dayîn.

Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.