'Xewn û xeyala Mam Beşîr xweseriya Êzîdiyan bû'

Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê Mam Beşîr bi bîr anî û diyar kir ku, "Mam Beşîr jî weke hemû şehidên vê axê, xewn û xeyalên wî jî azadkirin û xweseriya axa piroz axa Êzidxanê bû" û ragihand ku wê li pey xewn û xeyalên Mam Beşîr bin.

Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê li ser koça dawî ya Mam Beşîr peyameke sersaxiyê da. Di peyamê de hate gotin, ''Weke hemû şehîdên li ser vê axa piroz xewn û xayelên Mam Beşîr statû û xweseriya gelê Ezidî bû. Em e jî weke şopdarên wan xwedî tekoşîn û xeyalên wan derkevin. Li ser şop û xeta wan em e bibin xwedî statû û axa xwe ya piroz bi parêzin. ''

Tevahiya peyama sersaxiyê ya Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê wiha ye:

''Di kesayetiya Mam Beşîr (Hasan Dutar) de em tevahî şehîdên azadiyê bi bîr tînin û bejna xwe li ber wan ditewînin, em sersaxî ji bo Malbata mam Beşîr û tevahî civaka Êzidxanê û gelê Kurd dixwazin. Mam Beşîr bi kesayetiyeke dilnizm zane û xwedî ezmûnenke 37 salan bê rawestan ji bo tekoşîna azadiya civaka Êzidî û gelê Kurd ked û fedekariyeke pir binirx da, her wiha ji bo rêxistinbûyîn û xweseriya gelê Şengalê bi heman şêweyê bû xwedî kedeke pir mezin û xwedî tekoşîneke bi biryar.

Di tekoşîna xwe ya 37 salan de her tim ji bo azadkirina civaka Êzidî û naskirina çand û bawerîya kevnar ya Êzdixana Pîroz, di nav hewildanên yekitî û tifaqa nava civaka Êzidî de bû. Ji bo vê ew jî weke kesayetiya Mam Zekî Şengalî di nava dilên civaka Êzidî de cîhe xwe girt û bi keda xwe di hate naskirin. Mam Beşîr bi taybet piştî fermana 2014’an de berê xwe da Şengalê û di nav civaka xwe de cîh girt û li keleka civaka xwe tekoşîn da. Keda Mam Beşîr li ser civaka Êzidî de gelek mezin e. Eşên gelê xwe par ve kir û her timî dixwast bibe bersiva civaka xwe. Bi taybetî jî avakirina rexistin, heza xwe ya parastin û di aliyê cihanî de nas kirina gelê Êzidî bû xwedî rol û xebatêke herî mezin. Bi taybet jî bû şopdarên şehîdên axa piroz ya Êzidxanê û Mame civaka Êzidî Zekî Şengalî.

Mam Beşîr jî weke hemû şehidên vê axê, xewn û xeyalên wî jî azadkirin û xweseriya axa piroz axa Êzidxanê bû. Ji bo civaka Êzidî ji bin zilim û zordariya dewletan derkevê salên direj û bê navber û bê rawestan tekoşîn da meşand.

Piştî Fermana 2014’an berê xwe da Êzidxana pîroz û li kelaka Derwêşên axa piroz weke Mam Zekî Şengalî, Zerdeşt Şengalî, Egîd Cîvyan û sedan şehidên vê axa de cih girt tekoşîn da. Weke hemû tekoşerên azadiyê û şehidên ser vê axê Mam Beşîr jî tovên berxwedanî û azadiyê li ser vê axa piroz de çand û çanda berxwedanê ji me re hişt û zîndî kir.

Weke hemû şehîdên li ser vê axa piroz xewn û xayelên Mam Beşîr statû û xweseriya gelê Ezidî bû. Em e jî weke şopdarên wan xwedî tekoşîn û xeyalên wan derkevin. Li ser şop û xeta wan em e bibin xwedî statû û axa xwe ya piroz bi parêzin. Wekê saziya malbatên şehidên Şengalê em soza xwedî derketina tekoşîn û pêkanîna xeyalên wan didin. Em carêkê din sersaxî ji malbata Mam Beşîr, civaka Êzidî û gelê Kurd re dixwazin. ''