Xelkê Şengalê 14 roj in li pêşiya asayîşa xwe nobedê digire

Berxwedana xelkê Şengalê ya ji bo xwedîderketina li Asayîşa Êzidxanê di roja 14'an de ye.

Şêniyên Şengalê bi her rê û rêbazê xwedî li Asayîş û hêza xwe ya xweparastinê derdikevin. Yek ji wan çalakiyan jî konê berxwedanê yê li ber Asayîşa Êzidxanê hatiye vedane. Çalakî di roja 14'an de ye.

Konê berxwedanê bi dirûşma "Em hemû Asayîş in" tê lidarxistin. Ji navçe, bajarok û gundên Şengalê rojane gelek kes serdana konê berxwedanê dikin.

Çalakgerên li binê kon jî heta serê sibehê li dora agir nobedê digirin. Çalakî bi serdana xelkê herêmê dewam dike.