Xelata rojnamevan Soran Mame Heme dan xizmên rojnamevanên Behdînanê

Êvara îro li bajarê Silêmanî bi boneya 13’mîn salvegera qetilkirina rojnamevan Soran Mame Heme merasîmek hat lidarxistin. Di merasîmê de xelata Soran Mame Heme dan xizmên rojnamevanên Behdînanê yên girtî.

Li bajarê Silêmanî bi tevlîbûna rojnamevan, nivîskar, hevalên Soran Mame Heme û xizmên wî merasîmek bi boneya bîranîna 13’mîn salvegera qetilkirina rojnamevan Soran Mame Heme hat lidarxistin. Merasîm ji aliyê Kovara Livîn ve hatibû organîzekirin.

Hemû salê ji bo bîranîna rojnamevan Soran Mame Heme ku 13 sal beriya niha li taxa Şorîce ya bajarê Kerkûkê li ber deriyê mala xwe ji aliyê hêzên ne nas ve hatibû qetilkirin merasîm tê lidarxistin û di merasîmê de xelat tê dayîn.

Xelata Îsal dan xizmên rojnamevanên Behdînanê yên girtî. Li ser navê xizmên rojnamevanên Behdînanê birayê Şiwan Seîd, Ayhan Seîd xelat wergirt.

Di axaftinên ku di merasîmê de hatin pêşkêşkirin, hate gotin ke ew li benda encama lêpirsîn û lêkolînekê bûn da ku kujer werin cezakirin; lê ne tenê nehatin cezakirin, belku sûcên wiha domkirin û hejmarek din rojnamevan bûne qurbaniya terorê û destdirêjiyên desthilat.