Xalid: Dengê Leyla Guven bibihîzin!

Endama Polîtburo ya Eniya Rizgariya Gelê Fîlîstînê Leyla Xalid got, "Eger tiştek bi Leyla Guven were wê bi milyonan Leyla Guven derkevin holê" û hişyarî da hikumetê.

Endama Polîtburo ya Eniya Rizgariya Gelê Fîlîstînê Leyla Xalid serdana Hevseroka KCD'ê Leyla Guven kir, ku 159 roj in li dijî tecrîda li Îmraliyê di greva birçîbûnê de ye. Xalid piştî serdanê tevî parlamentera HDP'ê ya Amedê Salîha Aydenîz, endamên TJA'yê Ayşe Gokkan û Gulcîhan Şîmşek daxuyanî da çapemeniyê.

Xalid diyar kir, Leyla Guven û girtî ji bo bicihhatina mafên qanûnî yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne û got, "Jineke gelekî xurt e, şervaneke azadiyê ye, parlamenterek e."

Xalid got ku Leyla Guven  ji bo mafê zagonî yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketiye greva birçîbûnê û got ku “Leyla jineke xurt e, şervaneke azadiyê ye û parlementer e. Ji bo pêkanîna hiqûqê ketiye greva birçîbûnê. Ez bawer im rêzdar Ocalan wê nexwaze ku ji ber tecrîdê kes ji jiyana xwe bibe. Em ne ji bo mirinê, ji bo jiyanê têdikoşin.”

‘DIYAR KIR KU WÊ BERXWEDANÊ BIDOMÎNE’

Xalid diyar kir ku wê Leyla Guven çalakiya xwe bidomîne û got ku “Leyla Guven bûye îkona têkoşîn û berxwedanê. Diyar kir ku wê berxwedanê bidomîne.  Peyama Leyla Guven li ser medyaya civakî li cîhanê belav bû.”

Leyla Xalid derbarê tecrîd û grevên birçîbûnê jî bang li hikumeta Tirk û raya giştî kir û got ku “Vê peyama min ji Erdogan re ye. We Ocalan revand û xist girtîgehê. Ez bang li hikumetê dikim ku bila guh bidin peyama Leyla Guven.  Divê têkiliya rêzdar Ocalan bi malbat, parêzer û çapemenî û cîhana derve re were vekirin. Ez bang li hemû parêzvanên mafên mirovan dikim ku daxwazên Leyla Guven bigihînin ji hikumetê re. Heke tiştek bi Leyla Guven were wê bi milyonan Leyla Guven derkevin holê. Ji ber vê ji divê em guh bidin daxwazên Leyla Guven. Tecrîd û îzolasyona ku ew dikin, tecrîda li ser şervanên azadiyê ye. Rêzdar Ocalan şervanekî azadiyê ye.”

Xalid û heyeta pê re, piştre wê biçin serdana parlementerên HDP’ê Dêrsim Dag, Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç ên ku li Rêxistina Bajêr a HDP’ê ya Amedê ji 3’ê Adarê û vir ve di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ne.