Wesayîta polîsan li xwendekarê zanîngehê xist û reviya!

Li Slopiyayê, wesayîta zirxî ya polîsan a ku bi xeta xelet ve kete ser rê, li xwendekarekî zanîngehê da û reviya!

Li navçeya Silopiyayê ya Şirnex li ser Rêya Kibirs di 24’ê Hezîranê de wesayîta zirxî ya polîsan a ku bi xeta xelet ve kete ser rê, li xwnedekara zanîngehê Mizgîn Kizil a 22 salî xist. Wesayîta zirxî ya ku li ser nerazîbûnên gel a hatin cihê bûyerê, reviya, dîsa Kizil bi alîkariya welatiyên hatin cihê bûyerê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyayê. Kizil a ku ji stû, serî û çengên xwe birîndar bibû, mudaxeleya destpêkê li Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyayê hate kirin. Kizil a ku çar kêlî li serî hate dayîn, çengê rastê xistine alçiyê. Kizil a ku dermankirina wê li mal dewam dike got: “Dilê xwede ji bo ewlekariya me digerin. Bi vî rengî ewlehiya me diparêzin.”

BAV: BI WESAYÎTÊ LÊXISTIBÛNÛ Û REVIYABÛN

Bav Fettah Kizil, bertek nîşanî polîsên ku bi wesayîtê li keça wê xistî û reviya dan û got: “Zarokê min ji bo pêwîstiyên cejnê çûbûn sûka nava bajêr. Tlefon hat gotin keça te li nexweşxaneyê ye. Bi wesayîtê li keça min xistibû û reviyabûn. Mirov li pey wesayîta zirxî bazdanbûn jî gotin ‘we li kesekê xistiye’ lê dîsa jî nerawestiyan. Lê dema ku ez çûn nexweşxaneyê polîs li wir bû. Weke kû tiştek nebûyî hatibûn îfade digirtin. Ma ruhê mirovan ewqas bi erzan e.”

Bava Kizil, destnîşan kir ku tevî keça wê giran jî bibîrndar bibû jî lê rapor neda û got: “Keça min xwendekar e û min rapor xwest. Dema ku keça min di vî rewşê de gotin herin ji Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîr raporê bigirin. Em gilîdar in. Çi bê xwestin em ê bikin. Êdî bese, gelek kes hatin kuştin! Êdî wê çend kes bimirin, di nava mehekê de gelek kes hatin qetilkirin.”

‘ÇIMA NAYÊ GIRTIN?’

Mizgîn kizil jî wiha got:

Li min xistin û reviyan, lê di îfadegirtinê de dereng neman. Dema ku hatin mal ji bo îfadeyê bigirin ez ê giliyê wan bikim. Ji beriya çend rojan li Licê mirovên me ji ber vê hatin qetilkirin. Ez jî bimiribûma?

Çi karê van panzeran li nava bajêr heye? Bi dehan welatiyên me hatin qetilkirin. Qezayek nava bajêr pêk were, wê bê girtin. Lê ji bo me yên ku panzer lê xistin nayên nabêjin ‘derbasbûyî’ be. Dilê xwede ji bo ewlekariya me digerin! Bi vî rengî ewlekariya me digirin? Dema ku ez li ser rêya peya diçûm hatin l imin xistin. Ez ne li ser rê jî bûm. Cejin li me kir jehr.”

HOVÎTIYÊ DIBARÎNIN

Wesayîtên zirxî yên dewleta Tirk li Kurdistanê hovîtiya xwe didomînin. 4’ê Gulanê li Silopiyayê wesayîta zirxî ya polîsan li malekê xistin û di encamê de Muhammet (7) û birayê wî Fûrkan Yildirim (6) salî jiyana xwe ji dest dabûn.