Welatiyên Zaxo li dijî derbasbûna wesayîtan a ji Tirkiye ya Başûr dibin, derketin

Bi vebûna Deriyê Sînor ê Îbrahîm Xelîl re wesayîtên barhilgir ên ji Tirkiyeyê derbasî Başûrê Kurdistanê bû, lê rê nehate dayîn wesayîtên Başûr derbasî Bakurê Kurdistanê bibin. Li ser vê xelkê Zaxo bi xwepêşandanekê rê li wesayîtan girtin.

Xelkê Zaxoyê li dijî derbasbûna wesayîtên barhilgir ên ji Tirkiyeyê derbasî Başûrê Kurdistanê bibin, lê rê nedana wesayîtên ji Başûr derbasî Bakurê Kurdistanê bibin, derket.

Bi sedan welatiyên daketin kolanan ber bi Deriyê Sînor ê Îbrahîm Xelîl ketin xwepêşandan. Hêzên ewlekariyê yên girêdayî PDK’ê ji bo pêşiya xwepêşandanan bigirin, gule bera hewa berdan.

Girseyê rêya di navbera Deriyê Sînor ê Îbrahîm Xelîl û Zaxoyê de girtin ku wesayît nekevin Başûrê Kurdistanê.

Li gorî agahiyên hatin girtin, Sefîrê Tirk ê Hewlêr Hakan Kataçay îro serdana Deriyê Sînor ê Îbrahîm Xelîl kiriye û di encama lihevkirina pêk hatî de, wesayîtên barhilgir wê ji Tirkiyeyê derbasî Başûrê Kurdistanê bibin, lê wesayî ji Başûr nikarin biçin Tirkiyeyê.

Xwepêşandana gel a li ber Deriyê Îbrahîm Xelîl dewam e, her çendî ku hêzên ewlekariyê dixwazin gel belav jî bikin, lê gel hê li herêmê di nava çalakiyê de ne.