Wekîlên HDP’î serdana rêxistina HDP’ê ya Dîlokê kirin

Heyeta HDP’ê serdana Rêxistina HDP’ê ya Bajar a operasyonên qirkirina siyasî li ser hate pêkanîn, kirin.

Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî ya li ser HDP’ê, 14’ê Tîrmehê Rêxistina HDP’ê ya hevserok û rêveberên wê jî di nav de hatin destgîrkirin û girtin, heyetek ji parlementeran pêk dihat, serdana kirin. Di nava heyetê de alîkarê hevserokê giştî Alîcan Onal, Tulay Hatîmogllari, Parlementer Fatma Kûrtûlan, Ramziye Tosûn, Mehmet Torgrûl, Îmam Taşcîer li gel nûnerên partiyên yekbûyî û sendîka û TSK’iyan cih girtin.

civîna ku rêveberên navçe û bajar tevlî bûn, Mahmût Torgrûl axivî û operasyona qirkirina siyasî ya li Dîlokê şermezar kir.

Togrûl yên li Pirsûsê hatibûn qetilkirin bibîr anî û got: “Şoreşa Rojava ya ku bi têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê ji nû ve hate avakirin silav dikin.”

Tulay Hatîmogllari jî bal kişand ser êrîşên li HDP’ê û got: “HDP ne tenê avahiyeke. HDP gel e. Partiyeke ku 6 milyon dengê xwe heye û xîtabî 82 milyon dike û daxwazê dengê wa ndike. Ji bo vê bila yên dixwazin HDP’ê tine bikin bizanin ku, HDP bi van operasyonan tine nabin.