Wekîlê YNK'ê Gelalî xwest ku 'Pêşmergeyên Roj' were tasfiyekirin

Wekîlê YNK'ê yê Herêma Federal a Kurdistanê Serko Azad Gelal bang li parlamentoyê û hikûmetê kir ku pêkhateya bi navê 'Pêşmergeyên Roj' tasfiye bike.

Piştî ku Berdevkê Artêşa Nîştimanî ya Lîbya Ehmed Mismarî destnîşan kir ku 4 Pêşmergeyên Roj  ên li Hewlêrê ji aliyê artêşa Tirk ve hatine perwerde kirin li Lîbya girtine, Parlamenterê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) Serko Azad Gelalî peyamek pêşkêşî Serokatiya Parlamentoya Herêma Kurdistanê kir.

Di peyama Parlamenterê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) Serko Azad Gelalî wiha tê gotin;

Mijar şopandina ji aliyê Artêşa Lîbya ve Pêşmergeyên Roj weke ‘çete’ dayîna nasandin.

Piştî ku di civîna rojnamegerî de Berdevkê Artêşa Nîştimanî ya Lîbya Ehmed Mismarî nasnameya pêşmergeyên Roj belav kir, dibêje Kurd e û ser bi Pêşmergeyê Leşkerên Roje yên Rojavayê Kurdistanê ye. Dibêje hatiye perwerdekirin û li Hewlêrê çûye baregehekî Tirkiyeyê û ji wir ji bo Lîbya hatiye şandin. Ji bo li dijî artêşa wî welatî şer bike.

Weke ji aliyê her kesê ve zelale, hêzên pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê bi Hêzên Roj hatiye naskirin di 12’yê Nîsana 2012’an de bi biryara Serokê berê yê Herêma Kurdistanê hatiye damezirandin. Hejmara Pêşmergeyên Roj nêzî 6 hezar Kurdên Rojavayê Kurdistanê ne ku bi navê Pêşmergeyên Roj li Herêma Kurdistanê xistine li ser hêzên Zêrevaniya ser bi Wezareta Hundirin û hatine perwerdekirin. Hemû xelkê Rojavayê Kurdistanê ne. Çend sa lin ji hikûmetê mûçe werdigirin û tên perwerdekirin. Gelo hikûmet li ser çi bingehî mûçe û budçeyê ji bo wan diyar dike? Mehane mesref û mûçeyên wan nêzî 15 milyar dînare. Di demekî ku li gorî yasayê divê kesên mûçe digirin xwedî nasnameya Iraqî bin. Ji destpêkê ve berevaya yasayê ye û avakirina vê hêzê neyasayî ye. Di demekî ku li Kurdistanê mûçe nîne û xelk rewşek dijwar de dijin, lê aliyek din ve xêr û bêra welat ji bo biyanîperestan û xizmeta Tirkiye tê rijandin.

Li cihên fermî tên parvekirin û tê destnîşankirin bi pereyan  mil bi milên çeteyan û wan hêzên xwefiroş ku nêzî Tirkiyeyê ne şer dikin.  Pêşmergeyên Roj Kurdên Rojava ne  û ser bi ENKS’ê ne. PDK piştgiriya wan dike û hatine bi çek kirin. Ser bi hikûmeta Herêma Kurdistanê hatine damezirandin û çend sal in mûçeyên wan hene. Dema ku çeteyên DAIŞ’ê û artêşa Tirkiyeyê êrişî Rojavayê Kurdistanê kir û dorpêç kir Pêşmergeyên Roj ti parastin li Efrîn û Kobanê yên Rojavayê Kurdistanê nekirin.

Niha Berdevkê Artêşa Nîştimanî ya Lîbya Ehmed Mismarî eşkere kir û  nav û nasnameya wan eşkere kir ku li wî welatî li dijî Artêşa Libya şer dikin û ser bi Tirkiyeyê ne.

Lewma daxwazê ji Serokatiya Parlamentoyê, Lijneya Hundirin, Asayîş û Encûmenên Navxweyî, Lijneya Pêşmerge dikim ku derbarê mijarê de lêkolînên hûr bikin. Vê hêzê hilweşînin û bişînin Rojavayê Kurdistanê.

Divê hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokwezîr berpirsyartiya vê yekê hilgire ku Kurdên Rojavayê Kurdistanê bişîne şer û li wê bê girtin nav û navûbangiya Kurd weke terorîst were bi nav kirin ku di demekî de ku divê ji bo derve şandina hêzê bi erêkirina parlamentoyê be.

Daxwazê dikin ku hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi fermî li ser mijarê daxuyaniyekê bide. Pêwîste lêpirsînek cidî li gel Serokwezîr û Wezîrê Hundirin were kirin. Ji ber ku îtibara Kurd di qada navneteweyî û herêmî de xistine û weke çete nasandine.

Ji ber ku hêzên pêşmerge beşek bû ji koalîsyona navneteweyî ya li dijî terorîsan. Navê pêşmergeyan pîroze. Ji ber ku hêzek nîştimanî, neteweyî, azadîxwaz û rizgarker bû. Nabe weke çete werin binavkirin.

Her kesekî ku xwe bi dilsozê pêşmerge dizane divê hemfikir be ku lêkolîna vê mijarê gelek pêwîste.”