BI DÎMEN

'Weke DBP em ê heta dawiyê têbikoşin'

Hevseroka DBP'ê ya Amedê Hafîze Îpek, ku ji ber endama Komîteya Amadekar a Newrozê bû hat girtin got, weke DBP ew ê heta dawiyê têbikoşin.

Hevseroka DBP'ê ya Amedê Hafîze Îpek, ku ji ber endama Komîteya Amadekar a Newroza 2016'an bû hat girtin, li ser dijderketina parêzeran dosyaya wê ji nû ve hat nirxandin û roja 24'ê Gulanê ji bo bi rengekî negirtî were darizandin hat berdan.

Îpek ji ANF'ê re axivî û diyar kir, heman piştî Newrozê di 26'ê Adarê de bi biryara girtina hemû endamên komîteya amadekar a Newroza 2016'an ew hatiye binçavkirin û got, "Dozgeriyê bi daxwaza girtinê em radestî dadgehê kir. Ji ber ku ez seroka komîteya amadekar bûm, dadgehê biryara girtina min da û hevalên min ên din hatin berdan. Piştî ku 2 rojan li girtîgeha Amedê hatim ragirtin, ez şandin girtîgeha Sîncanê ya Enqereyê."

'HEWL DIDAN DI NAVA ZÎNDANÊ DE ME BIXIN NAVA ZÎNDANÊ'

Îpek da xuyakirin ku ew 2 mehan li girtîgeha jinan a tîpa F ya Sîncanê hatiye ragirtin û got, "Li wê derê, heta ji wan dihat hewl didan têkiliya navbera girtiyan bibirin. Em 6 heval bûn, li cem hev bûn. Her 6 hevalên me jî nikarîbûn bi derve re têkiliyê deynin. Hewl didan di nava zîndanê de me bixin nava zîndanê. Bêguman, ji ber ku girtîgeha Sîncanê li pêş çavên hemû dewletên Ewropayê ye, hîn bi baldarî tevdigeriyan.

Lê belê, mafên mirovan li vê girtîgehê gelekî dihat binpêkirin. Bi taybetî, li girtîgehê lêgerîna tazî li jinan dihat ferzkirin. Ev yek heqareta herî mezin a li jinan bû. Ev li min nehat kirin, lê belê hevalên jinên ciwan di vî warî de gelekî tengav dikirin. Bi vî awayî dixwestin çavên mirovan bitirsînin û dîl bigirin."

Îpek da zanîn, lêgerîna tazî ya li girtiyên jin, encama feraseteke ku şîdet û zexta li jinê xwezayî dibîne ye û got, "Em ê heta dawiyê li dijî vê bisekinin. Pêwîste jin hemû di vê mijarê de li be xwe bidin."

'YEKANE RÊYA ÇARESERIYÊ, HEVDÎTINA BI BIRÊZ OCALAN RE YE'

Îpek bal kişand ser zêdebûna zextên li rêveberên partiya wan û got, "Endamê Meclîsa Partiya me Hurşît Kulter hînê winda ye. Û bi ti awayî bersiv nayê dayîn. Di vê mijarê de, xebatên me yên rêziknameyê çibe, em ê wê bidomînin. Em partiyeke legal in û alîgirê çareseriyeke bi rêya demokratîk a pirsgirêka Kurd in. Em dixwazin hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ji nû ve destpê bikin. Ji bilî rêyên demokratîk em ne bawerin pirsgirêka Kurd bi rêyeke din çareser bibe. Lewma divê hevdîtina bi Birêz Ocalan re ji nû ve destpê bike û Birêz Ocalan azad bibe."

Îpek herî dawî bang li raya giştî kir, ku ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê bi her awayî têbikoşin.

...