Ew gotin di 19'ê Tîrmeha 2012'an de pêk hat

12'ê Adara 2004'an piştî komkujiya ku li dû maça futbolê li Qamişloyê rû da û serhildanê dest pê kir, Kurdan peykerekî li Rojava şikandin û li şûna wê gotina "Em ê ji bîr nekin, em ê tolê hilînin" nivîsandin. Wê gotinê rê li ber 19'ê Tîrmeha 2012'an vekir

Di 12'ê Adara 2004'an de li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê di navbera tîma Fûtûwe ya Dêra Zorê û tîma Cîhad a Qamişloyê de maçeke futbolê hate lîstin. Bi destê rejîma Baas piştî vê maça futbolê bûyer qewimîn û di encamê de 32 ciwanên Kurd hatin qetilkirin. Serhildanên ku piştî komkujiyê dest pê kirin li tevahiya Rojava, Helebê û Şamê belav bûn.

Serhildana Qamişloyê li Rojava yek ji serhildanên destpêkê yên girseyî bû. Dema ku ev serhildan pêk hat balkêş bû. Di wê demê de Saddam Huseyîn li Iraqê ji desthilatdariyê hate xistin û di navbera dewleta Tirk û rejîma Sûriyeyê de civînên hevpar ên desteyên wezîran pêk dihatin.

Xelîl Yûsif ku di komkujiyê de kurekî xwe ji dest da û ji ber êşkenceya lê hate kirin kor bû, endamê Navenda Lêkolînên Stratejîk a Firatê Welîd Çolî ku wê rojê li stadyûmê bû û ji heman navendê Çinar Salih ji ANF'ê re qala bûyerê kirin.

EW ŞOVENÎZM WÊ LI CIHEKÎ BITEQIYA

Çinar Salih: Netewe dewletê kesayetekî bi kîn û nefret li Sûriyeyê afirandibû. Li Iraqê piştî hilweşandina rejîma Saddam Huseyîn, ev kesayetên bi kîn û nefret dagirtî wê li cihekî biteqiya. Ew cih jî bû stadyûma Qamişloyê.

Li pişt vê êrişê hêzeke din jî heye ku guman jê tê kirin. Di dema bav Esad de Mutabaqata Edeneyê di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de hate îmzekirin. Hema bêjin ku êdî Sûriye veguherandibûn eyaleteke Tirkiyeyê. Sûriyeyê deriyên xwe gelekî li dewleta Tirk û hikumeta Erdogan vekiribû. Bêguman zemînek hebû ku vê yekê afirand.

DEMA KU 12'Ê ADARÊ DEST PÊ KIR

Xelîl Yûsif: Kurê min Ehmed Yûsif Xelîl Yûsif 25 salî bû wê demê. Dema ku 12'ê Adarê hat, Ehmed bi hevalê xwe re hat devera ku seyarkariyê lê dike. Got ku wê biçe maçê. Min ji wan re 50 lîre jî xurde kir. Piştee çûn stradyûmê.

Eyşan Berekat: Wê sibehê min ji Ehmed re got ku xwişka xwe bibe Hesekê. Lê belê got ku ew dixwaze biçe maçê û neçû.

WÊ ROJÊ EZ JÎ LI STADYÛMÊ BÛM

Welîd Çolî: Navê stadyûma ku niha Stadyûma Şehîdên 12'ê Adarê ye wê demê Stadyûma Cîhat a Qamişloyê bû. Ez jî yek ji wan kesan bûm ku wê rojê ji bo li maçê temaşe bike çûm stadyûmê. Normal ez zêde nediçûm, lê wê bi hevalekî xwe re me biryar dan ku biçin.

Ez û hevalê min bi şaşitî ji deriyê aliyê alîgirên tîma mêvan a ji Dêra Zorê ketin hundir. Me bûyer ji nêz ve dît. Liv û tevgera wan, êrişkariya wan, dirûşmên wan bi kîn û nefret bû. Di destê hemûyan de termosên avê hebûn, lê em ê piştre hîn bibûna ku di hundirê wan de çi heye.

12'Ê ADARÊ DI ATMOSFEREKE ÇAWA DE RÛ DA?

Çinar Salih: Wê demê rewşeke tengav a mîna Iraqê li Sûriyeyê jî hebû. Sûriye dorpêçkirî bû. Sûriyeyê dixwest wê dorpêçiyê bişikînin û têkiliyê bi hêzên navneteweyî re deyne.

Wê ev yek jî bi rêya kê bikira? Tirkiye weke rêya vê yekê didîtin. Ji ber ku Tirkiye weke yek ji lingên girîng ên sîstema navneteweyî didîtin. Bi rêya wê dixwestin ku hin têkiliyan deyne. 12'ê Adarê di atmosfereke wiha de rû da.

Amadekarî kiribûn. Kurd ji xwe lawaz bûn, li pişt wan kes nebû, dixwestin li wan bidin. Bi rêya vê yekê dixwestin hevkariyê bikin.

JI BO SADDAM DIRÛŞM DIQÎRIYAN

Xelîl Yûsif: Piştî demekê min dît ku bi otobusan gelek kes hatin bajêr. Ji otobusan dirûşmên "Bi can, bi xwîn em bi te re ne ey Saddam" bilind dibû. Sixêf li Kurdan dikirin. Xezeb ji rûyê wan diherikî.

Welîd Çolî: Piştî ku em ketin stadyûmê dest bi avêtina keviran kirin. Dirûşm diqîriyan. Lê belê hemû jî dirûşmên siyasî û şoven bûn. Sixêf li Kurdan û nirxên Kurdan dikirin. Digotin 'Bijî Saddam'. Hîn maçê nû dest pê kir dest bi şer kirin.

Xelîs Yûsif: Dema ku ji bo xwarinê nîvro hatim malê telefon kirin. Gotin ku li stadyûmê şer derketiye û 3 kesî jiyana xwe ji dest dane. Ez yekser derketim û çûm stadyûmê.

KEVIR XISTIBÛNA TERMOSANA

Welîd Çolî: Kevirên ku diavêtin me hemû di wan termosan de bûn. Kêr, ço û tiştên bi vî rengî jî bi xwe re anî bûn. Lê belê alîgirên Qamişloyê qet ne amade bûn. Hatibûn li maçê temaşe bikin. Piştî kevir avêtin mirovan pê li hev kirin û 3 kesî jiyana xwe ji dest dan. Polîs li wir bûn, lê belê tiştek nekirin.

'HEQARETÊ LI KURDAN DIKIN, EZ Ê VENEGERIM'

Xelîl Yûsif: Dema ku ketim nava stadyûmê min dît ku kevir dibariya. Ji rêya trenê gelek kevir kom kiribûn û bi wan êriş dikirin. Min ji Ehmed re got ku bê malê, lê belê wî got ku heqaret li Kurdan dikin û ew ê venegere.

DEMA KU MESELE KURD BIN NAKOKIYÊN XWE DATÎNIN ALIYEKÎ

Çinar Salih: Pirsgirêka Kurd li Rojhilata Navîn di navenda gelek pirsgirêkan de ne. Dema ku mesele dibe Kurd nakokiyên xwe hemûyan datînin aliyekî. Dema ku mesele Kurd be Şîatî-Sûnîtî li holê namîne. Ev yek tecrûbeyeke ku em bi salan hîn bûn.

GEL DIXWEST HESAB BÊ PIRSÎN

Welîd Çolî: Dema ku em derketin derve me dît ku gelê Qamişloyê li hev kom bûye. Gel tenê tiştek dixwest, ew jî hesabpirsîna ji berpirsyaran bû. Lê belê polîsan li şûna ku vê bikin gule li gel reşandin.

EM BI KU VE ÇÛN BERÊ ÇEKÊ DIDAN ME

Xelîl Yûsif: Ji min re gotin, dibe ku Ehmed çûbe malê. Li ser vê yekê hatim malê, lê belê li malê nebû. Ez vegeriyam stadyûmê. Dema taksî li rawestgehê bû yek ji rêwiyan qala ciwanekî dikir û digot hatiye kuştin. Dema ku qalê dikir min got 'kurê min' e.

Ajokarê taksiyê li min vegeriya û got, bi sed hezaran mirov rabûne ser piyan, tu dibêjî kurê min e. Tu ji ku zane kurê te ye. Em bi ku ve diçûn berê çekê didan me.

FÎŞEKEKÊ KIR KU KURD HEMÛ RABIN SER PIYAN

Piştî ku em ji nû ve li mala xwe ya li Hîlêliyê vegeriyan, min dît ku ciwanekî ji xizmên me li nava axê rûniştiye. Min jê pirsî ku çiye ev halê wî. Dema ku min Ehmed jê pirsî, wî bi girî got, 'Me Ehmed ji dest da'.

Wê ji ku bihata bîra min ku wê fîşekê li kurê min biketa. Bi fîşekekê re ji Dêrikê heta Serêkaniyê, heta Efrînê, ji Helebê heta Şamê her kes rabû ser piyan.

ROJAVA HEMÛ RABÛ SER PIYAN

Welîd Çolî: Piştî rojekê gelê Qamişloyê wê şehîdên xwe oxir bikira. Dewletê derketina derve qedexe kir, lê vê carê nerazîbûn mezintir bû û gel herikî kolanan. Li wir jî êriş birin ser gel. Bi giştî 32 mirov qetil kirin, bi sedan jî birîndar kirin.

Li tevahiya Rojava û Şam, Heleb û metropolên din ên Sûriyeyê her kes rabû ser piyan. Nêrîna xwe ya siyasî çi dibe bila bibe Kurd hemû rabûn ser piyan û xwestin hesab bê pirsîn.

ROLA PARTIYÊN SIYASÎ TINE BÛ, RÊXISTINBÛNA GEL BÛ

Çinar Salih: Dewlet bi xwe jî matmayî ma ku gel bi wî rengî rabû ser piyan. Ji ber ku heta wê demê hîn bûbû ku mirovan bikujin û her kes bêdeng dima. Lê belê ew serhildan serhildaneke rêxistinbûyî nebû. Ti partiyeke siyasî yan jî hêz jê re neamade bû. Parçeyên din ne li benda nêzîkatiyeke bi vî rengî bûn.

Di vê serhildanê de roleke cidî ya partiyên siaysî tine bû. Hin partiyên siyasî roleke neyînî jî lîstin. Lê belê ya muhîm ew bû ku serhlidan rêxistinbûneke xwezayî ya gel bû ku li dijî zilmê hate kirin. Bi dîtina min şîroveya rast wiha ye.

EW ÊDÎ NE TENÊ KURÊ MIN E...

Xelîl Yûsif: Dema ku em gihîştn nexweşxaneyê qîrîna 'lawo' hate min û min ji hevalê li gel xwe re got ev dayika Ehmed e. Li wir navê şehîdan hate xwendin. Ciwanan jî bêguman cenaze birin Hilêliyê. Li wir min got, ew êdî ne tenê kurê min e, kurê we hemûyan e, hûn çawa dixwazin ez bi we re me.

REJÎMÊ RÊVEBERIYA JIDIYAYÎ RAGIHAND

Welîd Çolî: Tiştên ku min gotin li ser çend rojên buyerê ne. Lê wan jî piştre rêveberiya jidiyayî ragihandin. Hêdî hêdî ciwan kişandin zindanan, êşkence li wan kirin, gelek di êşkenceyan de şehîd bûn, Kurdan nema karîbû bi rehetî tevbigerin.

Piştre pêvajoya zexta aborî dest pê kir. Her ku çû gel hejartir bû û nema karîbû ku debara xwe bike. Mirov ji bo ku bikaribin debara xwe bikin ber bi metroploan ve çûn. Li wan deran jî bûne emele. Heta 2011'an ev wiha bû.

HATE XWESTIN KU ROJAVA JI KURDAN VALA BIKIN

Çinar Salih: Serhildan çêbû, xurt bû, mezin bû. Lê ji ber ku destekeke wê nebû hate şikandin. Divê mirov bala xwe bide ser piştî şikandinê. Zindan tije kirine. Ji her malê hinek birin, avêtin zindanan. Ên ku kirin zindanan jixwe kirinê lê yên mayî...

Bêrûmetî li mirovan ferz kirin. Mirovan ber bi metrolopaln ve koç kir. Hate xwestin ku herêmê ji Kurdan vala bikin. Ên ku çûne metropolan jiyaneke wiha rehet li wan deran ji xwe re ava nekirin. Ji bo pariyek nan gelek tişt bi serê wan hat. Hate xwestin ku rûmeta mirovan bişkînin.

BAVÊJE ZINDANÊ, BIRÇÎ BIHÊLE, BIDE KOÇBERKIRN

Dewlet piştî 12'ê Adarê ji hişmendî, exlaqa civakî û wijdanê Kurdên vir tirsiya. Ji ber vê diviya ew ji hev bihatana belavkirin. Belkî jî pratîka Tirkiyê ya li Bakurê Kurdistanê dane ber xwe. Ji ber ku wan deman Erdoan û Esad bi malbatî hev didîtin..

Rêya vê diyar bû: Pêşî bavêje zindanê. Y adî wan birçî bihêle û sêyan jî wan ber bi metropolan ve bide koçberkirin û wan bihelîne. Mînak destpêka sedsala 20'an dewleta Tirk dabû ber xwe ku ji her bajarê Kurd 90 ji 100'î bide koçberkirin û tenê 10 ji 100'î yê nifûsê bihêle. Eynî tiştî piştî 12'ê Adarê jî dane sazkarkirin.

ÊRÎŞ ANÎNE SER CENAZEYAN JÎ

Xelîl Ûsiv: Ji bo ku em cenaze bi rengekî girseyî bicih bikin em bi rê ketin. Li wir jî êrîş anîne ser me, gelek ciwanên me şehîd bûn. Zindan bi ciwanên Kurdan tine kirin. Ciwan birin zindanên Hesekê û Şamê.

Di ser re çend roj derbas bûn, piştî ku konên sersaxiyê hatin rakirin rojekê dema ku ji bo dezgehê xwe vekim çûme sûkê Muhaberatê di rê de wesayita me da sekinandin. Dema ku nasname xwest min nasname dayê, lê bi hinceta ku çixare di dest min de ye ez li erdê rast kirim û li min dan.

PIŞTÎ ÊŞKENCEYA KU MIN DÎTÎ ÇAVÊ MIN KOR BÛ

Çar pênc kesn pehîn li serê min didan û digotin, ew bi gokê dilîzin. Ez ji hiş çûm. Piştre çavê min ne baş bûn, di wê êşkenceyê de ez kor bûm.

Serê hemû gelê me sax be, bila giyanê şehîdên me sax be. Bila serê Rêber Apo sax be, bila serê YPG/YPJ'ê sax be.

HEKE NE JI ŞOREŞA 19'Ê TÎRMEHÊ BÛYA..

Çinar Salih: Em aşkere vê bibêjin; heke ne ji şoreşa Rojava ya 19'ê Tîrmehê bûya û bi wî rengî berdewam bikira belkî îro li ser navê Kurdîtiyê wê tiştek nemabûya. Lê heke bêyî 12'ê Adarê 19'ê Tîrmehê bibûya şoreş wê mezintir bûya. Ji ber ku yên ku ew şoreş kirin yên bermayên 2004'an in.

EM JI BÎR NAKIN, EM Ê TOLÊ HILÎNIN

Rewşeke wiha çêbûbû dev ji rengê kesk û sor û zer biqerin, nikaribûn ji van rengan duyan jî li cem hev bibînin. Ji ber ku ev dibû sedema êşkence û girtinê. Lê di dilê mirovan de tim agirê tolhildanê hebû.

Ev agirê tolhildanê qet venemirî. Mînak li Amûdê dema ku mirovan peykerê Hafiz Esad anîn xwarê li şûna wê tabêlayek danîn. Li ser tabêlayê nivîsîn: ''Em ê ji bîr nekin, em ê tolê hilînin.''