Walîtiya Şirnexê bi tirsa '15'ê Tebaxê' ketiye
Walîtiya Şirnexê 15'ê Tebaxê kire hincet, ragihand ku çalakî û bernameyên bajêr û navçeyan 'hatine qedexekirin''.
Walîtiya Şirnexê 15'ê Tebaxê kire hincet, ragihand ku çalakî û bernameyên bajêr û navçeyan 'hatine qedexekirin''.
Walîtiya Şirnexê hemû çalakî û bernameyên navenda bajêr û navçeyan ji ber Pêngava 15'ê Tebaxê ''qedexe kirine''.
Di daxuyaniyê de ya ku li ser malpera fermî ya Walîtiyê hatiye weşandin, hate gotin, li gel çalakî û bernameyan, bîranîna li goristanan û nimêja girseyî ya li ser cenazeyan jî ji bo 15 rojana ''hatiye qedexekirin.''