Tûşba wê bi HDP'ê bixemile

Navçeya dîrokî ya Wanê Tûşba, ku AKP'ê mîna gundekî lê kiriye, tê gotin ku bi rêjeyeke bilind a dengan wê 31'ê Adarê bikeve destê HDP'ê.

Tûşba ku ji ber şaredariya AKP'yî bûye mîna gundekî, 4 salan ti xizmet lê nebû. Şaredarê Tûşbayê yê AKP'yî Fevzî Ozgokçe, timî bi karên ne li rê di rojevê de bû.

HDP'ê di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de li Tûşbayê nêzî 60 ji sedî yê dengan stendibû. Piştî talan û wêrankirina bi destê qeyûman, tê payin ku Şaredariya Tûşbayê di hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê de ji destê AKP'ê derkeve.

AYŞE MÎNAZ KÎ YE?

Namzeta HDP'ê ya ji bo Hevşaredariya Tûşbayê Ayşe Mînaz, sala 1982'an li gundê Karabûlakê yê navçeya Bazîdê ji dayik bû. Sala 1993'an neçar ma koçî Wanê bike. Dibistanên seretayî, navîn û lîseyê li Wanê qedand. Hîndekariya bilind li Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê kir. Li nexweşxaneyeke taybet bû pispora çavkaniyên mirovan û têkiliyên bi gel re. Piştre li Şaredariya Wanê bû rêveber. Mîraz di nava rêxistinên civakî yên sivîl de jî bi xurtî cih girt. Li Kooperatîfa Jinê ya Sixkê, Kooperatîfa Jinê ya Payîzava-Xawesorê û Kooperatîfa Jinan a Wan Axtamarê kar kir.  Ji bo parastina mafên bingehîn ên jinan û pêşîgirtina li tundî û îstîsmarê hewl da. Mînaz zewiciye û dayika sê zarokan e.

YILMAZ BERKÎ KÎ YE?

Namzetê HDP'ê yê ji bo Hevşaredariya Tûşbayê Yilmaz Berkî, sala 1972'an li Wanê ji dayik bû. Dibistanên seretayî, navîn û lîseyê li Wanê qedand, li Zanîngeha Bolû Abant Îzzet Baysal ji beşa Rêveberiya Cemaweriyê mezûn bû. Demeke dirêj li Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajêr a Wanê xebitî. Di nava rêveberiya şaxê Wanê ya Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristî (SES) a ser bi KESK'ê cih girt û bû serokê şaxê Wanê. Nûnertiya bajêr û herêmê ji Meclîsa Aştiyê re kir. Dema ku li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bi wezîfeya Serokatiya Daîreya Karên Tenduristiyê radibû, sala 2017'an ji kar hate derxistin. Berkî zewiciye û bavê sê zarokan e.