TUAY-DER: Li dijî tecrîdê em bibin xwedî insîyatîv

TUAY-DER'ê bal kişande ser ku li Imraliyê hiqûqeke dîtir heye, ji bo ku tecrîd bidawî bibe bang li saziyan kir ku bi insîyatîv rabin.

Komeleya Malbatên Girtî û Piştevaniya Malbatan a Amedê (TUAY-DER) ji bo ku balê bikişîne ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyeke çapemeniyê da. Li civînê nûner, rêveber û endamên TUAY-DER'ê, Rêxistina HDP'ê ya Amedê, Komeleya 78'An, MED TUHAD-FED'ê, MEBYA-DER'ê hazir bûn.

Dema daxuyaniyê polîsên Tirk bi wesayitên zirxî dora avahiya TUAY-DER'ê pêçan.

Endama TUAY-DER'ê Sonbahar Orak daxuyanî xwend û bi bîr xist tecrîda girankirî ya li ser Ocalan ev 21 sal in didome.

Orak, bal kişande ser şewata li Imraliyê û got, ''Bi rêzdar Ocalan û girtiyên din re malbatan hevdîtin kirine. Bi hevdîtinan re fikar hatine bersivanin lê tecrîd didome. Em dixwazin ku tecrîd bi temamî ji holê rabe, malbat , parêzer û wasî bi rengekî periyodîk hevdîtinan bikin.''

'HIQÛQA LI IMRALIYÊ CUDA YE'

Orak got hiqûqa li girtîgehan û ya li Imraliyê ji hev cihê ne û domand, ''Ev gav nîşan didin hiqûqa li ser Rêzdar Ocalan û li ser girtiyên din ên li Imraliyê biryareke siyasî ye.''

Orak hevdîtinên beriya niha ên bi Ocalan re bi bîr xist û got, ''Rêzdar Ocalan di van hevdîtinan de her carê bi rêya aqilê hevpar û niyeta çê, tim aştiyê û demokrasiyê destnîşan dike û ji bo ku pêşî li mirinan bigire hewl dide.''

BANG

Orak got di serî de li Imraliyê ew dixwazin şertên jiyanê li hemû girtîgehan werin başkirin, ew çavdêriyê li rewşê dikin, bang li hemû partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl ên li Kurdistanê, Tirkiyê û qada navnetewî kir, ji bo ku zemîna demokrasiyê û aştiyê çêbibe bibin xwedî insîyatîv.