TSK ‘Sendroma Heftanîn’ dijî!

Dewleta Tirk a dagirker ku hewl dide Heftanînê dagir bike ji hev dikeve. 123 leşkerên Tirk îstifa kirin. Gelek leşker û cerdevan ji bo vegerin bi zanabûn xwe birîndar dikin, hincetên ketin û nexweşiyê ji bo xwe derdixin. Heta tiliyên xwe jî dişkînin.

Leşker û cerdevanên ku tevlî operasyona ji 17’ê Hezîranê ve li dijî Herêma Heftanîn a Herêmên Parastinê yên Medyayê hatine destpêkirin, li ber berxwedana gerîla xwe nekarîn ragirin, moralên wan ketine. Li gorî agahiyên ji çavkaniyan xwecihî hatin girtin, Gelek leşker û cerdevan bi ji bo vegerin bi zanabûn xwe birîndar dikin, hincetên ketin û nexweşiyê ji bo xwe derdixin. Heta tiliyên xwe jî dişkînin.

123 LEŞKERÎ ÎSTIFA KIR

Heman çavkaniyê anî ziman ku ji ber çalakiyên bi bandor ên gerîlayên HPG’ê û YJA Starê hêzên dewleta Tirk a nikarin li bejahiyê bimînin, pişta xwe dane teknîka di destê xwe de û dixwazin bi êrîşên esmanî pêşiya berxwedana Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bigirin. Bi taybet gerîlayên ku derban li hekîkopteran dixin kiriye ku hêzên artêşaş Tirk mobîlîze nabe.

Di encama vê de nêzî 4 hezar leşkerên ku tevlî operasyonê bûne, di gihandina amûrên leşkerî û dîsa lojîtîkî de astengiyan bikişînin û bi sînor bigihêjin wan. Ev bûyera ku li Heftanînê diqewime, di nava leşker û cerdevanan de rê li ber ji hev ketin û bê moraliyê vekiriye.

Leşkerên dildar-pereyî yên ku dîtin daxwazên berî operasyonê û piştî wê li qadê ji hev negiritin, bi taybet di nava rojê de bi qasî 1-2 lître av û hinek tiştên bi sînor xwe îdare dikin, dîtin. Bi windahiyên ku didin jî gihişte wê astê ku nikaribin şer jî bikin.

Çavkaniyên xwecihî destnîşan kirin ku bi kêmanî 123 leşkerên bi peyman îstifa kirine û vegeriyane, her wiha di nava hêzên din ên operasyonê de jî panîk derketiye. Di vê wateyê de berxwedana gerîla ya li Heftanînê hatî raberkirin, rê li ber şikestinekî ya artêşa TC’ê vekiriye.

‘SENDROMA HEFTANÎN’

Li qada şer Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê rojane daxuyanî dide, dîsa li gorî agahiyên ji saziyên çapemenî û çavkaniyên herêmî tên girtin, di artêşa Tirk de ‘Sendroma Heftanînê’ destpê kiriye.

DI NAVA MEHEKÊ DE 236 LEŞEKR MIRNI, 6 HELÎKPTER JÎ DERB XWARINE

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan di 21’ê Tîrmehê de tevlî bernameya televîzyona Stêrk TV bû û bal kişand ku gerîlayên HPG’ê û YJA Starê li Heftanînê bi şêwe û terzê gerîlayê dema nû li ber xwe didin, di vê pêvajoya berxwedana nû de pêvajoya ji nû ve ya hesab xwestinê ya ji hêzên dagirker derxistiye holê.

Karayilan dîsa bîlançoya vê pêvajoyê jî eşkere kir û diyar kir ku 95 çalakî hatine kirin, di encama van çalakiyan de 236 leşker hatine kuştin û 6 helîkopetan jî derb xwariye.

Karayilan ev gotibû: “Ew bikevin kîjan girî wê berdêlan bide. Çiqas jî bimîne wê tim berdêlan bide, dide jî. Niha mehek zêdetir derbas bû. Bi saya şehîdên me yên leheng û hevrêyên me yên qehreman me ev gotinên xwe bi cih anî. Ti gir nîne ku dijmin lê windahî nedabe û ketibê. Her cihê ketibê jî şer lê qewimiye, li wir windahî dane. Dibe ketibe hinek giran, lê dem bi dem derb dixwin û hesabê wê didin. Şervanên bi vîn, cesaret û kêrhatî bi terzekî pispor tevger bike, wê teknîka serdemê vala derbixe û li dijî wê kare şer bike. Şerê Heftanîn isbata vê ye.”