TJA: Em her derê bikin qada 1'ê Gulanê

TJA'yê ragihand, desthilatdariya AKP-MHP dixwaze pandemiyê ji bo xwe bike firsend û got, "Em her derê bikin qada 1'ê Gulanê."

Tevgera Jinên Azad (TJA) li ser 1'ê Gulanê peyameke nivîskî weşand.

TJA'yê diyar kir, hêzên desthilatdar ên pandemî ji xwe re weke firsendekê dîtine, bi rengekî global mafên kedkaran desteser dikin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Mayina li malê ji bo jinan tê wateya giranbûna barê kar û talankirina kedê. Dawiya şewbê nediyar e, lewma xuya ye ev pirsgirêk wê girantir bibin. Desteserkirina mafên mirovan ku di demên bihurî yên Tirkiyeyê de qat bi qat hate dîtin, di dema tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê de girantir bûye. Her sal bi hezaran kedkar jiyana xwe ji dest didin û berpirsyarê sereke jî tifaqa AKP-MHP ye ku dizên kedê ne. Tifaqa AKP-MHP dixwaze di vê dema andemiyê de vîrûsê ji xwe re bike firsend, vê pêvajoyê li gorî berjewendiyên xwe, ranta xwe ya aborî û şer bi kar bîne. Ev desthilatdariya ku dijminê jinan û dizê kedê ye, li şûna ku jiyan û tenduristiya gel ewle bike, ji bo parastina patron û alîgirên xwe paket amade kir, di serî de jinên ku mafê jiyaneke azad û wekhev diparêzin ên girtî bi hezaran girtî di nava lepên şewbê de bêparastin hişt; tecawizkar û kujerên jinan, çete ji girtîgehan derxistiye. Vê guhertinê gefeke mezin li jiyana jiyana dixwar ku di demeke kurt de jî encamên wê xuya kir. Ev mêrên ji girtîgehê hatin derxistin jin û zarok uştin, tundî dewam kirin."

Di dawiya peyama TJA'yê de hate destnîşankirin ku yekîtiya çînî ya bindestan û karker û kedkar ên jin wê di afirandina cîhaneke cuda ji nava vê krîzê de, roleke girîng bilîze.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ku ji bo jiyaneke bi rengê mirovî wê her qadê bikin qada 1'ê Gulanê.