Tirs û fikara vîrûsa Korona li Wanê belav dibe

Li Wanê û bajarên derdora wê tirs û fikara ji ber vîrûsa Korona belav dibe. Di serî de nexweşxane, sûk û qadên komî yên gel ji ber tirsa ji vîrûsê vala dibin.

Şewba Covîd-19 vîrûsa Korona ku li Çînê derkete holê, li dehan welatan belav bû. Yek ji van welatan jî Îran e. Vîrûsa Korona ku li bajarê Qûmê yê Îranê rû da li gelemperiya Îranê bû sedema mirina 16 kesî. Zêdebûna hejmara mirovên ji ber vîrûsê li Îranê mirin, li bajarê Wanê ku li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê ye bû sedema tirs û fikaran. Di serî de nexweşxane, sûk û qadên komî yên gel ji ber tirsa ji vîrûsê vala dibin. Ji ber vê panîkê mirovên ku li nexweşxaneyan randevû standin randevûyên xwe betal dikin.

Tevî ku deriyên sînor girtî ne, welatiyên Îranê hîn jî tên Wanê. Îraniyên ku bi rêya balafiran diçin Stenbol û bajarên cuda, ji wan deveran tên Wanê. Ji ber panîkê şêniyên bajêr êdî bi maske digerin. Welatî gilî û gazinan dikin ku dewlet tedbîrên têrker nagire.

5 KESÊN KU ENCAM 'NEGATÎF' BÛ JI NEXWEŞXANEYÊ DERKETIN

Beriya niha 5 kes bi hinceta ku canê wan gelekî sinciriye rakirin nexweşxaneyên li Wanê û bi gumana vîrûsa Korona ew xistin karantînayê. Piştî ku di lêkolînê de encama "negatîf" derket, her pênc kes ji nexweşxaneyê derketin. Yek ji wan pênc kesan jî Çafer Koç e. Koç ku ji Îranê hat Wanê û bi gumana vîrûsa Korona rakirin nexweşxaneyê, piştî ku encamên testê paqij derketin ji nexweşxaneyê derket.

'LI GORÎ GRÎP A ASAYÎ BI DEH QATÎ BÊHTIR KUJER E'

Serokê Şaxê Wanê yê SES'ê Sezer Orenç anî ziman, piştî ku li Îranê mirov ji ber vîrûsê mirin û li hin mirovên din peyda bû, li Wanê tirs û fikar li nava civakê belav bû. Orenç diyar kir ku li gorî grîp a normal (înflûenza) ev vîrûs hîn zû (însîdans) belav dibe û rêjeya mirinê jî 2 heta 2.5 ji sedî ye. Orenç destnîşan kir ku ev yek li gorî grîba normal bi 10 qatî zêdetir e.

Orenç ji rayedaran xwest ku li deriyê sînor tedbîrên tenduristiyê zêde bikin, qadên karantînayê ava bikin û ekîpbanên têrker li herêmê bi cih bikin, ku bi vî rengî dikarin pêşî li belavbûna nexweşiyê bigirin.

LI BEDLÎSÊ JÎ GUMANA VÎRÛSA KORONA

Devereke din ku vîrûsa Korona lê bû sedema panîkê, navçeya Tetwan a Bedlîsê ye. Eşkere bû ku bi gumana vîrûsa Koronayê kesek li Nexweşxaneya Dewletê ya Bedlîsê xistine karantînayê. Tê gotin, ji ber gumana vîrûsa Korona piraniya welatiyan randevûyên xwe yên li Nexweşxaneya Dewletê ya Tetwanê betal dikin.