Tirkiyeyê 8835 kîlometre rûber xaka Sûriye û Rojavayê Kurdistanê dagir kiriye

Di konferansa ‘Kurdistan di navbera şer û aşitiyê’ de qala metirsiya Tirkiyeyê ya li ser gelên Rojhilata Navîn hate kirin ku li gorî wê tenê li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê 8835 kîlometre rûber a xaka wê dagir kiriye.

Konferansa ‘Kurdistan di navbera şer û aşitiyê de’ bi panela duyem ve dom kir; di wê panelê de sê mijar hatin pêşkêşkirin ku mijara yekem ya bi navê Ezmûna Rojavayê Kurdistanê ya di bin dagirkeriya Tirkiyê de ji aliyê nûnerê Bakur û Rojhilatê Sûriyê Nûrşen Hisên ve hat pêşkêşkirin.

EZMÛNA ROJAVAYÊ KURDISTANÊ YA DI BIN DAGIRKERIYA TIRKIYEYÊ DE

Nûrşen Hisên di mijara xwe ya pêşkêşkirî de behsa ezmûna Rojavayê Kurdistanê ango pêkanîna rêveberiya xweser û di heman demê de êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser wê beşa Kurdistanê kir û da zanîn ku Rojavayê Kurdistanê tu carî êrîşê dewleta Tirk nekiriye, berevajî vê yekê Tirkiyê bi berdewamî êrîş biriye ser Rojavayê Kurdistanê. Li hemberî wan êrîşan jî Rojava parastina xwe kiriye û di nava gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pergala demokrasiyê pêş dixe ku ji ber dewleta Tirk dijî demokrasiyê ye lewma ji ew demokrasî Tirkiye ditirsîne.

Hisên di heman demê de bal kişand li ser sê operasyonên dewleta Tirk ên di demên bihorî de li dijî xaka Sûriyeyê pêk aniye ku wiha ne; operasyona yekem: li ser Bab, Ezaz û Cerablûs ku li wan navçeyane Kurd nîn in, operasyona duyem: li ser kantona Efrînê ku navçeyekî Kurdî ye û operasyona sêyem jî li ser Serêkanî û Girê Spî pêkaniye. Dewleta Tirk du caran ango bi giştî 8835 kîlometre xaka Rojavayê Kurdistanê dagir kiriye. Her wiha li wan navçeyan bi awayekî dûrî hemû pîvanên mafê mirovan dest bi siyaseta Tirkkirinê kiriye û demografiya wê diguherîne.

Hisên dîsa diyar kir ku ji ber êrîşên dewleta Tirk ya li ser wan navçeyane 800 hezar kes neçarî koçberiyê bûne, 3000 kes jî bi zanebûn hatine qetilkirin, her wiha 1300 sivîl bûne gazî, li navçeyên di bin kontrola dewleta Tirk de bi hezaran jin hatine revandin û tecawîzkirin, 3 mîlyon darên zeytûnan ku 90% aboriya Efrînê dabîn dike hatine birîn û bi giştî berhemê derdikeve jî dewleta Tirk wê didize û 160 dibistan kirine baregehên leşkerî.

Hisên di dawiya axavtina xwe de destnîşankir, tevî wan hemû êrîşan Rojavayê Kurdistanê heta niha li berxwedaye û ezmûneke mînak pêşkêşî cîhanê dike û ew yek kiriye ku li cîhanê bê nasîn.”

METIRSIYÊN TIRKIYEYÊ LI SER ROJHILATA NAVÎN

Di berdewamiya panêlê de mamosteyê zanîngehê Havjîn Mela Emîn mijarek bi navê ‘metirsiyên Tirkiyeyê li ser Rojhilata Navîn’ pêşkêş kir. Emîn got: “Ji niha ve Tirkiye rola dewletekî ku li herêmê serkêşiya dagirkeriyê dike dilîze ku mînakên wê di dîrokê de jî hebûye. Beriya niha Iraq dewletek serkêş bû û ji bo dewletên din bibû metirsî, bi heman rengî niha jî Tirkiye bi şêwazek tundtir vî nêzîkatiyê raber dike û bûye metirsî li ser gelên Rojhilata Navîn, lê ne zêde dûr e ku Tirkiye jî di demekî nêzîk de mîna Iraqê lê bê û pir giran di serê wî de bişkê.”

Emîn di dewama axaftina xwe de ragihand ku hemû pîvanên dewletek ku serkêşiyek wiha dike di wê yekê de ye ku mafên mirovan binpê bike û alîkariya rêxistinên terorîst yên wek DAÎŞ’ê û Bokuheram û Cebhet El Nusre bike, li dijî azadiya raman, netewe û çandên cihêreng e, tecawîzê axa dewletên din dike û bi awayekî eşkere destwerdana welatên Rojhilata Navîn dike. Liv û tevgera Tirkiyê mîna Nazîzmê ye û civaka navdewletî jî li beramberî Tirkiyê bêdengî bijartiye ku ew yek jî ji ber andamê NATO’yê ye, lê ew destdirêjiyên Tirkiyê nayê wê watê ku wê bi vî rengî bidome, ji berku ji niha ve metirsî li ser Yekîtiya Ewropayê jî çêkiriye.”

AŞITÎ Û BI HEVREJIYAN A DI NAVA PÊKHATEYÊN KERKÛKÊ DE

Di dawiya panelê de jî rojnamevan û nivîskar Fatih Ferec mijarek bi navê ‘Aşitî û bi hevrejiyan a di nava pêkhateyên Kerkûkê de’ pêşkêş kir û îşare bi sîstema serdest kir ku bi şêwazekî zanebûn dixebitin da ku pêkhateyên Kerkûkê li hemberî hevdu bi nakok bin û alozî pêş xistine. Ji ber ku desthilat ji wê aloziyê sûd digire, yê ku li dijî gelekê destdirêjî dike ne gel in belkî kes in, ji ber wê jî divê em li hemberî gelan dilnizm bin û gelan îqna bikîn ku em dijminê wan nînin û wana îqna bikîn ku ew erdên hatine dagirkirin ne erdên dagirkeran e. Tenê dikarîn bi şêwazê îqna û aştiyane wan pirsgirêkan çareser bikîn, ne bi rêbazê sorkirina fanatîzma netewî.