Tîma bersivdanê ya YPS'ê li Amedê çalakiya çekdarî kir

Tîma Bersivdanê ya Şehîd Xemgîn Roj a YPS'ê ragihand, ku li Amedê li dijî wesayita ku alîkarên serokê partiya nijadperest MHP'ê yê Amedê tê de bûn, çalakiya çekdarî kirine.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Tîma me ya Bersivdanê ya Şehîd Xemgîn Roj a YPS'ê bi çarçoveya pêngava 'Dem dema azadiyê ye' li Amedê li dijî alîkarên serokê partiya faşîst-çete MHP'ê yê bajêr Şevket Toprak û Ekrem Zazaoglû çalakiya çekdarî kir."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "10'ê Nîsanê êvara Duşemê saet di 21:24'an li navçeya Peyas a Amedê li kolana Gazîlerê, wesayita ku alîkarên serokê MHP a faşîst-çete yê bajêr Şevket Toprak û Ekrem Zazaoglû tê de bûn, ji aliyê tîma me ya bersivdanê ve hate rawestandin û çalakiya çekdarî hate kirin. Di encama çalakiyê de derb li wesayitê hate xistin ku alîkarên serokê MHP'ê yê bajêr tê de bûn."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku hesabê zilm û polîtîkayên qirkirinê yên AKP-MHP'ê yên li Kurdistanê wê qat bi qat bê pirsîn û wiha hate gotin: "Lis er vê bingehê em pêngavên Bazên Zagrosê û Cenga Xabûrê yên şoreşgerî ku ji aliyê Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ve hatine destpêkirin silav dikin. Dîrok ji bo dîkta AKP-MHP a faşîst dubare dibe. Çawa ku bi qeşmeriya xwe gotin 'mîna ku mû ji nava rûn bikişîne' ji Zapê reviyan. Çawa ku di berxwedana Garê de têk çûn, vê carê jî li Metîna, Zap û Avaşînê wê di pêngavên şoreşgerî yên Bazên Zagrosê û Cenga Xabûrê de têk biçin."