'Ti hêz nikare me tine bike'

Şêniyên binarê Qendîlê li dijî dagirkeriya Tirk a li ser Rojavayê Kurdistanê helwesta xwe nîşan dan û gotin, "Bila serokê DAÎŞ’ê Erdogan baş bizane, ne bi vê hêza xwe, ger bi deh carî vê hêza xwe jî were wê nekare vîna gelê Kurd têk bibe."

Di 9’ê meha Cotmehê de dewleta Tirk û çeteyên wê dest bi dagirkirina Rojavayê Kurdistanê, xeta bakur û rojhilatê Surîyê kirin. Di van êrişên dewleta Tirkiyê de bi sedan kesên sivîl bûn hedef û her wiha gelek zarok jî şehit bûn. Dewleta dagirker bi vê yekê re jî nema, di vî şerê xwe yê bê ehlaq û hovane de çekên kimyawî jî li ser welatî yên wan herêman barand.

Şêniyên binarê Qendîlê dagirkeriya dewleta Tirk û hevkarên wê, ya li ser Rojavayê Kurdistanê nirxandin, dilsozî û piştgiriya xwe ya ji bo gelê Rojavayê Kurdisanê anîn ziman.

Yek ji van şêniyan jî dayika Şemê ya 82 salî ye û got, "Tirkiye dixwaze gelê Kurd nemîne û dewletên weke Emerîka û Rûsya jî piştivaniya wan dikin. Mixabin ji bo tunekirina Kurdan herkes dibe yek, ev jî ne ji niha de ye. Mînaka wê li ber çavên me çêbûn. Vaye birîna me ya Kurtekê hîna nû ye. Ew jin û zarok şewitandin û termê wan jî nehiştin. Lê ya girîng ew e ku mirov hevkariyên dewletên din ên bi Erdogan re ji bîr neke. Naxwe ev hemû şer ne tenê karê Tirkan e."

Dayika Gul ya ku li gundê Bestê dirûne êşa xwe ya ji bo zarok û gelê Rojavayê Kurdistanê wiha tîne ser ziman: "Dema ez li rewşa Rojavayê Kurdistanê dinêrim cergê min disoje. Ji ber em hemû xuşk û bira ne, xwîna me yek e.

YÊN BÊDENG HEVKARÊN KUJERAN IN

Ji bo Rojavayê Kurdistanê gelek welatan piştgirî dan û dewleta Tirkiyê şermezar kirin lê ev ne bes e. Ji ber rewşa rojavayê Kurdistanê li ber çavan e û yên bêdeng jî hevkarên vê dagirkeriyê ne."

Ciwana binavê Neyar Hemed bi van gotinan piştgirî da gelê Rojavayê Kurdistanê: "Di serî de ez dewleta Tirkiyê şermezar dikim. Ji bo rewşa Rojavayê Kurdistanê ez pir xemgîn im. Bila serokê DAÎŞ’ê Erdogan baş bizane, ne bi vê hêza xwe, ger bi deh carî vê hêza xwe jî were wê nekare vîna gelê Kurd têk bibe. Heya ciwanên weke Kurd hebin wê tu hêz bi me nikarin."

Jin a ciwan Neyar Hemed bal kişand ser girîngiya yekîtiya Kurdan û got, "Bangawaziya min li tevahi gel û ciwanên Kurd ew e ku xwedî li Rojavayê Kurdistanê derkevin. Yê bikare bi şerê xwe yê bikare bi dengê xwe lê divê bêdengiyê nepejirînîn."