‘Ti demê bi qasî niha metirsî li ser Başûrê Kurdistanê pêk nehatiye’

Dr. Hîwa Seyîd: Hewldana dagirkirina Tirkiye ya Başûrê Kurdistanê dîrokî ye, lê belê ti demê bi qasî niha metirsiya dewleta Tirkiye ya li ser dagirkirina Başûrê Kurdistanê pêk nehatiye.

Di Konferansa bi dirûşma ‘Di nava şer û aştiyê de Kurdistan’ li Kerkûk hatibû destpêkirin de, di panelay yekem de Dr. Hîwa Seyîd û Dr. Hekîm Ebdulkerîm li ser mijara ‘Dagirkeriya li Başûrê Kurdistan û bandoriya wê’ nirxandin kirin.

Di dewama panelê de jî Dr. Hîwa Seyîd li ser mijara ‘Nexşeya dagirkeriya Mîsaqî Mîllî  heta roja îro’ axivî. Dr. Seyîd bal kişand ser dagirkeriya Tirk a ji bo dagirkirina Mûsil û heta avabûna Tirkiye û roja îro. Drş Seyîd anî ziman piştî hilweşana dewleta Osmanî û piştre avakirina neteweya Tirk heta roja îro Tirkiye hewl daye Başûrê Kurdistanê dagir bike, parçeyek ji xaka xwe dizanin. Dr. Seyîd diyar kir ku ji bo vê jî pêk bîne bûdceyek taybet ji bo vê veqetandiye.

Dr. Seyîd got: “Di nava sed salên borî heta niha de bi qasî niha metirsî li ser Başûr nîne ku neyê dagirkirin. Bi qasî niha ti demê ewqas bandora Tirkiye li ser Başûrê Kurdistanê nebû. Tirkiye dixwaze di sala 2021’ê de Başûrê Kurdistanê dagir bike. Bi vê armancê jî hemû hewldanên siyasî û leşkerî dike ku vê bi ser bixe.”

Endamê Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) Hekîm Ebdulkerîm li ser mijara ‘Li şûna şerê birakujî yekîtiya netewî’ nirxandin kir. Ebdûlkerîm anî ziman ku hewldanên Kurdan ên bi hev re jiyînê kêm bûne nikarin wêneyek baş nîşanî neteweyên din ên Kurdistana Iraqê bikin. Ebdûlkerî got: “Ev jî dike ku nikaribin bi awayekî aştiyane li gel gelên din ên Iraqê ker bikin û kêmeneteweyan bikin, dost.

Niha li Rojavayê Kurdistanê modela ku hatiye pêşxistin, bi hev re jiyîn derxistiye pêş û kariye kêmeneteweyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdarî bikin û Rêveberiya Xweser jî nimûneya vê ya pêkve jiyanê ye.”