Tevgera Azadî li Kerkûkê salvegera Helebçeyê bi bîr anî

Meclîsa Kerkûkê ya Tevgera Azadî Civaka Kurdistanê li Kerkûkê di salvegera komkûjî û kîmyabarîna Helebçeyê de daxuyaniyek belav kir.

Li Kerkûkê, meclîsa herêma Kerkûkê ya Tevgera Azadî Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) li ser qetlîama Helepçeyê daxuyaniyek da.

Daxuyaniya Tevgera Azadî ji aliyê hevserokê Tevgera Kerkûkê Komel Sermed ve hate xwendin. Di daxuaniyê de wiha hate gotin: “Di kesayetên şehîdên Helebçeyê de em tevahiya şehîdên Kurdistanê bi bîr tînin her wiha rejîma dagirker û kûjerên gelê Kurd jî bi dijwarî şermezar dikin. Di komkujiyê de zêdetirî 5 hezar jin, zarok, pîr û kal di nava çend saetan de jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran kes jî birîndar bûn.”

Komel Sermed got: “Qetlîama Helebçe yek ji wan rêzesûcan e ku rejîma Baasê li dijî gelê me li Başûrê Kurdistanê pêk anî. Di dîrokê de çend car e ku gelê me bi komkûjiyan re derbas bûne ku bi hezaran ev gelê bê sûc li ser ax û welatê xwe ji jiyanê bêpar hatine hiştin û êşkenceyên giran li wan hatine kirin. Komkujiya Helebçe berhema hişmendiya desthilatdarî, netewperestiya netew dewletê ye ku di bin navê hiştina neteweyek û bi nasnamekirina dewletê ye. Bi wê hişmendiyê ku girêdayî komkujiyê li Şengal, Cizîr, Sûra Amedê û dagirkirina Efrînê jî gelek komkûjî li gel xwe anîn û hîna jî didome. Niha jî li bajarê Kerkûkê bi heman hişmendiya netewperestiyê hewla tinekirin û komkujiya gelê Kurd dide. Komkujiya li ser gelê Kurd ya li Helebçeyê heta niha di bin navên cuda de, li her çar parçeyên Kurdistanê li ser gelê me didome. “