Tevgera Azadî li dijî gefa dagirkeriyê serdana şêniyên Qendîlê kir

Endam û rêveberên Tevgera Azadî bi şêniyên Qendîlê re rûniştin û li ser gefên dagirkeriyê yên dewleta Tirk axivîn.

Civînên li gundên Binarê Qendîlê, di çarçoveya pêngava 'Bes e ji dagirkerî, tecrîd û faşîzmê re, dem dema azadiyê ye' hatin lidarxistin.

Di civînan de êrişên dewleta Tirk û hevkariya PDK'ê ya pê re hate nirxandin.

Şêniyên Qendîlê diyar kirin ku dewleta Tirk ji bo şerekî nava Kurdan derxîne PDK'ê amade dike û nerazîbûn nîşanî vê yekê dan. Şêniyan destnîşan kirin ku li dijî şerekî navxweyî divê helwest li hemberî dewleta Tirk bê nîşandan.

Gundiyan helwesta xwe ya li dijî şerekî nava Kurdan raber kirin û diyar kirin ku şerekî bi vî rengî wê tenê xizmetê ji dewleta Tirk re bike.

Gundiyan her wiha ji Tevgera Azadî jî xwestin ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakî, çandinî û binesaziyê yên li herêmê bi wan re bibe alîkar.