Tevgera Azadî ji bo rakirina ambargoya li Mexmûrê bang kir

Tevgera Azadî bang li aliyên siyasî, rêxistinên mafê mirovan û Neteweyên Yekbûyî (NY) kir û daxwaza rakirina ambargoya li ser Wargeha Penaberan a Mexmûrê kir.

Rêxistina Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) ya herêma Kerkûkê têkildarî dorpêça ku rêveberiya Başûrê Kurdistanê 59 roj in daniye li ser Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) daxuyanî da.

Di civîna çapemeniyê de Hevseroka Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) ya Kerkûkê Rêhan Hemadî daxuyanî da û got: "Bi navê Tevgera Azadî ya herêma Kerkûkê dorpêça li ser Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) şermezar dikin. Li her cihê ku wargehên panaberan hebe pêwîste alîkariya wan were kirin, lê mixabin, demek dirêje dorpêçek tund danîne li ser wergeha Mexmûrê. Şêniyên wargehê nikarin hatinûçûna Hewlêr û bajarên din bikin.

Di demekî de ku dema xwendinê ye, xwendekarên zanîngehê yên wargeha Mexmûrê nikarin biçin bixwînin. Nexweşên li wargehê nikarin biçnin nexweşxaneyên Hewlêrê. Weke tê zanînin çend jinên ku ducanî bûn ku wê zarokên wan bihata dinê, dema xwestine biçin nexweşxaneyê pêşiya wan hatine giritn û nehiştine biçin nexweşxaneyên Hewlêrê. Weke Tevgera Azadî em van astengiyên ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê û hem jî ji aliyê hikûmeta Iraqê ve şermezar dikin."

Hevserok Hemadî ev bang kir: "Bang li her kesê, civaka navneteweyî, rêxistinên mafê mirovan û Neteweyên Yekbûyî dikin ku demildest dorpêça li ser wargeha Mexmûrê bi dawî bikin. Aliyên Herêma Kurdistanê qala têkoşîn û xebata neteweyî dikin û dirûşmeya wan xebata ji bo herçar parçeyên Kurdistanê ye, lê tu ambargoyê didanî li ser panaberên Kurd, çawa qala xebata neteweyî dikî. Di vê rewşê de çawa qala yekîtî û kongreya netewî ya Kurdistanê bikin.

Nabe jin li hemberî vê rewşê bêdeng bimînin. Divê piştgiriya dayîkên aştiyê yên ku çend roj in li seytereya nêzî wargehê li dijî dorpêça li ser wargehê di çalakiyê de ne were kirin."