Temellî: Civak û bernameya me ya siyasî li hev in

Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Sezaî Temellî bal kişand ser 'Kombûnên Demokrasiyê' yên HDP'ê û diyar kir, "Me di vî karê xwe de dîtin ku civak û bernameya me ya siyasî li hev in."

'Kombûnên Demokrasiyê' ku qonaxa duyemîn a pêngava çalakiyan a têkoşîna demokraisyê ya HDP'ê ye, dewam dikin. HDP'î li nava bajaran digerin û bi gel re li hev kom dibin.

Hevserokê serdema beriya niha yê HDP'ê û Parlamenterê Wanê Sezaî Temellî têkildarî zextên dewleta Tirk ên li ser partiya wan û 'Kombûnên Demokrasiyê' yên HDP'ê ji ANF'ê re axivî.

Temellî anî ziman, AKP hewl dide bi polîtîkayên şer ên li ser dijminatiya li Kurdan li ser piyan bimîne û destnîşan kir, ku yekane sedema razemeniya ku li biçekbûn û pîşesaziya şer tê kirin, ev e. Temellî diyar kir ku li dijî van polîtîkayên AKP'ê, yekane alternatîf HDP ye, têkoşîna HDP'ê ye.

FERASETA SIYASÎ YA HDP'Ê ÇAVÊ DESTHILATDARIYÊ TIRSAND

Temellî bi bîr xist, HDP ji roja ava bûye û vir ve her tim xeteke sêyemîn destnîşan kiriye û wiha dewam kir: "Rêya sêyemîn di asta rexnekirina sîstema siyasî ya li Tirkiyeyê de bû. Li dijî feraseta tekperest a îttîhatkaran û komarperestan, rêya sêyemîn alternatîfeke. Mûxalefeta siyasî ya li Tirkiyeyê her tim di nava aqlê dewletê yê heyî de asê maye. HDK û HDP jî ev yek teşhîr kir û nîşan da ku siyaset, mûxalefet û desthilatdariyeke din pêkane.

Bêguman ev yek berhemeke feraseta me ya civaka demokratîk, neteweya demokratîk û demokrasiya radîkal e. Her wiha feraseta me ye ku nîşan dide bi demokrasiya xwecihî demokratîkbûn pêkan e. Ji ber vê yekê fikrê me ewqasî xurt bû ku dewlet û desthilatdarî tirsand. Bi navê HDP'ê em ê vê yekê bînin ziman û têkoşînê her mezin bikin. Desthilatdariya ku li pêşberî vê yekê bêçare maye û ditirse wê dorpêçî û tundiyê zêde bike. Bêguman ev zilm wê biqede û ev ê biçin. Lê ji bo vê jî pêwîstî bi mezinkirina têkoşînê heye."

TIFAQÊN LIHEVKIRINA CIVAKÎ

Temellî destnîşan kir ku ji bo komareke demokratîk pêwîstî bi siyasîbûna civakê û civakîbûna siyasetê heye û ev nirxandin kir: "Lewma divê em vî karê xwe li nava gel û bi gel re bikin. Pêwîste em tifaqên ku lihevkirina civakî wê biafirînin, di nava civakê de bikin. Ji bo vê jî me destpêkê ber bi Enqereyê ve meşeke edaletê, azadî û wekheviyê pêk anîn. Niha jî em dixwazin bi pêkhateyên demokratîk hemûyan re, bi gelê xwe re li hev kom bibin, bi hev re têbikoşin û tevna têkoşînê xurt bikin.

Armanca me ew e ku Tirkiyeyê bi rastî jî demokratîk bikin. Têkildarî rê û rêbazên pêkanîna vê demokratîkbûnê jî em bernameyeke siyasî dimeşînin. Em dixwazin vê bernameyê bigihînin gelê xwe. Bernameyeke xwedî îdîa ye. Ev îdîaya me jî ji feraseta me ya rêya sêyemîn tê. Ji ber ku feraseta me, bersivê ji bo bendewariyên civaka Tirkiyeyê hildiberîne. Di karê xwe de em dibînin ku civak û feraset û fikrê me çiqasî li hev in."