Têkildarî parlementera HDP'ê Yîgîtalp fezleke hate amadekirin

Serdozgeriya Komarê ya Amedê, têkildarî parlementera HDP'ê Yîgîtalp fezleke amade kir.

Serdozgeriya Komarê ya Amedê, têkildarî parlementera HDP’ê ya Amedê Sîbel Yîgîtalp fezleke amade kir. Axaftina Yîgîtalp a di Kongreya Asayî ya HDP’ê ya di 28’ê Tebaxa 2016’an de ‘sûc’ hate qebûlkirin.

Têkildarî Yîgîtalp ji sûcên ‘propagandaya rêxistinê’, ‘biçûkxistina hikumeta Komara Tirkiyeyê û teşkîlata leşkerî û emniyetê ya dewletê’ fezleke hate amadekirin. Axaftina Yîgîtalpê di MED Nûçe TV’yê de zindî hatibû weşandin.

JI WEZARETÊ RE HATE ŞANDIN

Di fezlekeyê de hat diyarkirin ku divê destnedayîna Yîgîtalpê were rakirin û ji Wezareta Dadê re hate şandin.