Têketina Rojava hate sekinandin

Rêveberiya Deriyê Sînor a Sêmalka diyar kir ku di çarçoveya tevdîrên koronavîrusê de ji xeynî rewşên awarte, deriyê sînor heta demeke nediyar hatiye girtin.

Dêriyê Sînor a Sêmalka ya di navbera Başûrê Kurdistan û Rojava de ji ber tevdîrên koronavîrusê hate girtin. Li gorî daxuyaniya nivîskî ya rêveberiya deriyê sînor piştî 14’ê Adara 2020’an ji xeynî rewşên awarte, deriyê sînor heta demeke nediyar hatiye girtin.

Hate diyarkirin ku alîkariyê mirovî yên ku ji herêmê tên şandin wê bi tenê rojên Sêşemê ji deriyê sînor were wergirtin.