Tê gotin li ser sînorê Urmiyeyê şer derketiye

Artêşa Îranê got şevê din li ser sînorê Urmiyeyê bi komekê re ketine nav şer.

Hêzên pasdaran ên Îranê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir şevê din li ser sînorê Bakurê Rojhilatê Kurdistanê bi komekê re ketine nav şerekî.

Di daxuyaniyê de ku ji hêla Biryargeha Hemze ya Pasdaran ve hate dayin, hate gotin fermandarekî pasdaran hatiye kuştin û ji koma çekdar 3 kes jî jiyana xwe ji dest dane.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Şevê din komeke ku ji hêla hêzên îstîxbarata der ve dihate destekkirin, li ser sînorê rojava yê Îranê êrîş anî ser hêzên pasdaran. Di şer de ji koma çekdar 3 kes hatin kuştin, 4 kes birîndar bûn û kesek jî bi saxî hate girtin. Ên din jî derbasî aliyê dî yên sînor bûn."

Her wiha di daxuyaniyê de hate gotin fermandarekî pasdaran ê bi navê Yasîn Qenberî hatiye kuştin.

Di daxuyaniyê de nayê gotin bê ka şer bi kîjan komê re çêbûye, heta niha ti hêzê ev bûyer neaniye ser xwe.