TAJÊ û SMJÊ Mam Beşîr bi bîr anîn

Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) û Sîwana Meclîsa Jinên Êzîdî ji malbata Mam Beşîr re sersaxî xwest.

Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî û Sîwana Meclîsa Jinên Êzîdî (SMJÊ) ji ber şehadeta Mam Beşîr (Hasan Dûtar) daxuyaniyeke hevpar dan.

Daxuyanî wiha ye: "Endamê kordînasyona Civaka Êzidî, Mam Beşîr di 14’ê kanûnê de ji ber kirîza dil jiyana xwe ji dest da û gihişt asta şehadetê. Mam Beşîr ango Hesan Dûtar bi pêşengtî û têkoşîna xwe ya bi salan, mohra xwe li dîroka civaka Êzidî da û bu sembola têkoşîn û berxwedanê. Mamê û pêşengê civaka Êzdî Mam Beşîr, 37 salên xwe da têkoşîna azadiyê, di nava van salên dirêj de li welat û derveyî, welat xebatek bê hempa da meşandin. Rêhevalê Mam Zekî, Mam Beşîr ji bona tevahî gelê Kurdistanê, bi taybet ji bona rêxistin kirin û yekbûna Civaka Êzidî kedek mezin da. Li ser şopa Mam Zekî Şingalî, li ser xaka pîroz a Şengalê xebat û têkoşînek mezin da meşandin. Tevî rewşa xwe ye tenduristî û hemû nexweşiyên giran, Rêheval Beşîr şev û rojên xwe kirin yek ji bona xismeta ax û welatê xwe. Bi heskirin û girêdana  xwe ya bi welat re, cihê xwe di dil û mejiyê tevahî civakê de girt.

Ji dîrokê û heya roja ya îro bi dehan pêşeng di nava civaka Êzidî de derketine û ji bona yekîtî û azadiya milletê xwe ked û xebatên giran buha dane meşandin. Mînakê vê yekê ji pêşengê mezin Heval Beşîr e.

Keda ku Heval Beşîr li ser axa pîroz dayî, wê tu carî neyê ji bîr kirin.  Şehadeta Mam Beşîr di vê rewşa hey de windahiyak mezin bû ji bona civaka Êzidî û tevahî gelê Kurdistanê. Lê belê çawa ku Mam Beşîr bû şopdarê Mam Zekî Şengalî bû û riya wî heya dawiya jiyana xwe dewam kir, emê jî bibin şopdarê riya Mam Beşîr û xwedî li ked û mîrasê wî derkevin, têkoşîn û riya şehîdên xwe dewam bikin.

Em weke Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ û Sîwana Meclisa Jinên Êizdî, di serî de sersaxî ji Rêber Apo, gelê Kurdistan, civaka Êzidî û malbata Mam Beşîr re dixwazin. Em bi windahiya Mam Beşîr gelek xembar bûn. Lê emê li ser şopa fikir û felsefeya Rêber Apo, Mam Zekî Şengalî, Mam Beşîr û şehidên azadiyê,  têkoşîna azadiyê berdewam bikin, xewin û xeyalên wan yên ji bona azadî û yekîtiya civaka Êzidî pêk bînin.

Xwedî derketina civaka Êzîdî û Şengalê xwedî derketina Şehîd Mam Beşîr, Şehîd Zerdeşt û Şehîd Mam Zekî ye. Li ser vê esasê wek TAJÊ û SMJÊ em bang li civaka Êzîdî û gelê Kurd dikin ku xwedî li Şengala Beşîran, Zekiyan û Zerdeştan derkevin."