TAJÊ Alîn a 9 salî ku ji DAIŞ hate rizgarkirin teslîmî malbatê kir

Alîn Ehmed Birahîm a 9 salî, ku di çarçoveya Pêngava Xezeba Firatê de ji aliyê şervanên YPJ, YPJ, YPG û QSD'ê ve ji destê çeteyên DAIŞ'ê hate rizgarkirin, bi rêya TAJÊ radestî malbata wê hate kirin.

Alîn Ehmed Birahîm, dema 5 salî bû tevî dayik û birayê xwe di fermana Tebaxa 2014'an de ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatibû revandin. Dayika Alînê beriya niha bi demekê ji aliyê şervanên YPJ, YJŞ, YPG û QSD'ê ve li Reqayê ji çeteyên DAIŞ'ê hatibû rizgarkirin. Şervanan niha jî Alîn rizgar kriin û radestî Meclîsa Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî (TAJÊ) kirin.

Malbata Alîn jî keça xwe ji meclîsê girt. Malbata ku bi rizgarkirin û dîtina keça xwe ya biçûk gelekî kêfxweş bû, spasiya şervanên YPJ, YJŞ, QSD û YPG kir.

Alînê bi çend gotinan behsa kiryarên DAIŞ'ê kir: "Navê min Alîn e. Ji ber ku bi Kurdî ye, digotin Aya. Ez bi çûk bûm dema ketim destê DAIŞ'ê. Gelekî bi nebaşî nêzîk dibûn. Ez li gel emîrekî DAIŞ'ê bi navê Ebû Muhend mam. Min xizmetî hevjîna wî û zarokên wî dikir. Du caran ez hatim firotin. Ez du salan li Tebqayê li ba emîrekî DAIŞ bi navê Ebû Zêt mam. Paşê ez birim Meyadîna, Helq El Umer piştî wê jî ez birim Helebê. Herî dawî ez anîme Reqayê. Min her tim xizmetî Emîr û hevjîna wî dikir. Ez xizmetkarê zarokên wan bû, bi temenê min biçûk bi darê zorê min mehekê rojî girt. Eger min negirta wê min bikuşta. Bêyî ku pê bihesin min du rojan rojî negirt."