'Têkiliya gelê Kurd a bi Rêber Apo re têkiliyeke hezkirin û manewî ye'

"Rêber Apo dibêje 'Ez şev û roj li vê hucreya teng dixebitim'. Lewma divê gelê Kurd, jinên Kurd û dostên wan bênavber ji bo azadiya Kurdistanê û ji bo azadiya Rêber Apo li qadan çalak bin."

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Zilar Sterk di bernameya Rojeva Welat ya di Stêrk Tv de pirsên rojnemevan Mehtap Orak bersivand.

Zilar Stêrk, di serî de 8’ê Adarê, tecrîda girankirî a li ser Rêber Ocalan, hevdîtina malbatê ya li Îmralî û pêşketinên li heremê nirxand.

Stêrk diyar kir ku sekna li hemberî faşîzmê tê wateya sekna li hemberî desthilatdariya zilam û got “Hemû jinên têkoşer û berxwedêr li qadan bûn. Jin wekî lehiyekî di serî de Kurdistanê û li cihanê li hemberî faşîzmê, li hemberî desthilatdariyê, li hemberî şer, tacîz, tecawîzkariyê û li hemberî qirkirina jinan daketin qadan. Bi cil û bergê xwe, bi çanda xwe û bi zimanê xwe daketin qadan. Tespîta Rêber Apo ku kiribû ‘Sedsala 21’emîn ew ê bibe sedsala jinan’ dema mirov tabloya 8’ê Adara heyî mêze dike, mirov dibêje rastî jî çiqas tespîteke di cih de ye. Nîşeya şoreşa jin pir zindî danî holê. Ev nerazîbûn ango helwesta jin tenê li hemberî şîddeta zilam a fizîkî nîn e. Divê mirov tenê wisa nenêre, peyamên kûr di nav de heye. Diyardeya şîdetê jin di şexsê rejîma faşîst de dinirxîne. Di sexsê dewletê de rastiya zilamtî tê nirxandin. Şîdeta dewlet, şîdeta faşîzm û şîdeta zilam divê mirov ji hev qut negire dest. Ger ku di cîhanê de serhildanên jinan di vê astê de ye, nexwe şîdeta ser jinê û li ser civakê bi şeklekî gerdûnî faşîzmê xwe ferz kiriye. Ev rastî herî şênber şîdeta li ser jinê xwe dide diyarkirin. Faşîzm û desthilatdariya zilamtî heman tişt e. Sekna li hemberî faşîzmê tê wateya sekna li hemberî desthilatdariya zilam. Çanda faşîzm çanda tecawîzî jî xwe dide diyarkirin. Asta tekoşîna jinê îro êdî di zilaman de jî ew qeneat daye avakirin ku ev jî êdî fam dikin ev qirn wê bibe qirnê jinan. Lê belê ev qirn dê bibe qirnê kîjan jinan? Divê ev diyardeya jin pêwiste were zelalkirin. Di çarçoveya jina azad de jina pêşketî divê di nav de bê neqandin. Wekheviya jinan di cîhanê de gelek pêş ketiye, lê azadî tenê bi wekheviyê re nabe. Tenê jin di nava siyesetê de cîh bigire, di payeyên dewletan de û her wekî din, bi vana re jin nikare azad bibe. Azadiyê jinê tenê rewşeke polîtîk nade diyarkirin. Rewşeke pir bîrdozî, felsefî, zîhnî ye. Azadiya jinê bi pêşketina zîhnîyeta jiyana azad ve bi pêş dikeve. Divê wekhevî di navbera jin û zilam de hebe, lê belê tenê milê mafan azadî bi xwe re nayne. Ev tenê dereceyeke azadiyê ye. Tena serê xwe têrê nake. Di nirxandinên azadiyê jinê de divê mirov kûrahiyek wisa qezenc bike. Ev sê çar salên dawî de em dinêrin di cihanê de rabûnek, livandinek ji bo azadiya jinê bi awayekî girseyî heye. Li Latîn Emerîka, li Pakistanê, li Hîndistanê, li Efganistan, li Şilî, li Ewrûpa bi rastî jî rabûna heyî silav dikin. Li hemberî tundiya û zexta li hemberî jinê ku li cihanê nerazibûn 8’ê Adarê de hate nîşandan em jî dengê xwe bi dengê wan re dikin yek. Di vî dengvedana azadî û wekheviya jinê de em vê nîşeyê wusa dibînin.”

GEŞEDANÊN LI ROJAVA

Stêrk, teyisandina şoreşa Rojavayê Kurdistanê li ser jinên cihanê di kijan astê de xwe dide der şîrove kir û wusa berdewam kir. “Ev tekoşîna azadiya jin di Kurdistan de, bi taybet li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku dengvedanekî mezin di pêşengtiya jinên Kurd de pêş ket, îro ev rastî li ser têkoşîna jinan a cihanê jî bandorek ava dike. Ev tenê bandorek demî ango hêsan nîn e. Bandoreke dema jin li vê şoreşê mezê dikin yek bi hebûna xwe dihesin, didu ji vî cesaret digrin, sêyemîn jî zanebûn pêş dikeve. Milê dîrokî, teorî, wêjeyî de rastiyekî jinê pêşketî heye. Tevgera femînîst di tevahîya cihanê de pêşketinên mezin derxistin. Di şexsê şoreşa Kurdistan de bi taybet di şexsê şoreşa Bakur û Rojhilatê Kurdistan de ku em jê re dibêjin şoreşa jinan. Hemû jinên cihanê jê re gotin şoreşa jinê ye. Ev dikarin bêjin ev tişt kete pratîkê. Pir tiştên di azadiya jinê de asta teorîk de maye di şexsê Rojava ev şênber bû. Êdî bûye xala jiyanê. Di wê derê de di feraseta zilamtî de her ku diçe guhertin çêdike. Guhertina sosyolojîk bi xwe re tîne. Lêgerê di azadiyê jinê de lêgerina fikra nû bi xwe re derdixîne. Ew pratîka derdikeve holê hêjayî nirxandinê ye. Hemû jinên cihanê vê temaşe dikin û jê sûdê werdigirin. Jê cesaret digirin. Rihê berxwedan û tekoşînê li cihanê de belav dike.

8’Ê ADARÊ

Him Erdogan him jî serokê Dîyanetê 8’ê Adarê li jinan pîroz kir. Mafê hindek zilaman tuneye li jinan 8’ê Adarê pîroz bike. Divê jinê azadîxwaz û jinên têkoşer vêya wekî mafekî bibîne. Kijan zilam li me pîroz bike ango kijan neke ev jî hêjayî nirxandinê ye. Mafê faşîstan tûneye roja kedkarê jinan li jinê pîroz bike. Çima? Roja 8’ê Adarê li hemberî vana ava bûye. Banga jinan li qadan li hemberî faşîzma zilam bû. Li hemberî faşîzma Erdogan bû. Jinan li Amedê, li Batmanê, li Mêrdîn, li Silopî, Botan, Dêrsim, Mersînê, Edenayê, Stenbolê, Behra Reş çi gotin? Ji faşîzma Erdogan re gotin na. Siyaset û şîdeta Erdogan li ser jinan, li ser civakê dimeşîne û xistiye nava fetisandinê ji xwe jin li hemberî vî rabûn. Ev siyaseteke xapînok û derewker e. Divê mirov ji kesayetekî wisa re maf nebîne rojeke wisa pîroz bike. Siyaseta Erdogan û AKP’a Erdogan siyasetekî tijî şer û şîdet e. Ev sîyaset herî zêde li ser jina bandoriya neyînî çêkiriye. Şîdeta li ser jinê ji ku derê tê? Şer û şîdet di welatekî de tune be, bandoriya vî dê ser jinê vî astê de tune be. Zilam ji sîyaseta Erdogan, faşîzma Erdogan sûdê werdigire, cesaret digire û di malê de ango di kolanan de li ser jinê şîdet dimeşîne. Ji ber ku siyaset û faşîzma Erdogan û AKP-MHP viya rewa dikin. Bi her awayî şîdet rewa dike. Hikûmeteke ku şer û şîdet kiriye rêbaza siyaseta xwe, stratejiya hikûmeta xwe li ser konsepta şer û şîdet didi meşandin ji xwe zilamên di Tirkî de dijîn dê ew jî vî rêbazê ji xwe re mînak digire. Ji ber vî jin ewqas li hemberî Erdogan radibin û çalakî didin meşandin. Divê mirov tespîta zilamê herî desthilat bike. Di serî de Erdogan tê, hevkarê wî Putîn û Trump e û her wekî dinin.”

ŞEWATA LI ÎMRALIYÊ

Stêrk, ji bo şewata li Îmralî û li ser asta tecrîda li hemberî Rêber Ocalan got,”Hevdîtina ku çêbû me û gelê Kurd bi vî hevditîna ku Mehmet Ocalan pêkanî û dît ku tendirûstiya Rêber Apo di cih de ye, şewata Îmralî li wan bandor nekiriye ev ji bo na me xeberekî keyfxweşîyê bû. Him wekî gelê Kurd him jî wekî me milîtanên Serok Apo hemû ketibûn nava meraqeke mezin. Ez berxwedana Rêber Apo û hevalên li Îmralî silav dikim. Tevgera azadiyê ji bo vê şewatê pir tişt nirxandin. Tiştekî li Îmralî biqewime tiştên asayî nîne. Divê viya hikûmet jî bizanibe. Ew hemû hêzên ku komploya Navnetewî pêşxistin û Serok Apo xistin girtîgeha Îmralî û îro konsept û sîyaseta Îmralî ya mutlaq tecrîd didin meşandin vana bi giştî divê bizanibin ku di milê gelê Kurd di milê jinên Kurd û di milê tevgera me de çi bûyerekî biçûk jî di Îmralî de biqewîme hatta xwezayî be jî ne em ne jî gelê Kurd wusa nabîne. Û ev ne xwezayî ye. Piştî birina Serok Apo li Îmralî çêbû û pê ve ev 21 sal in, binêrin destê kesekî nagihêje. Derveyî destûra hikûmet hevdîtin pêk nayê. Yeko yek îdareya Îmralî tevahî erkdarên li wir hikûmet taybet hilbijartiye. Di xeta stratejiya komplogeran de ew hatine erkdarkirin. Siyaseta di Îmralî de tê meşandin, rojane tiştên di Îmralî de pêk tê em nikarin hesan nêz bibin û binêrin. Çîrokên wusa ne em ne jî gelê Kurd jê bawer nake. Îmralî giravekî pir siyasî ye. Her bûyerek biqewime maneyekî xwe yê kûr heye. Dema xeberekî biçûk derbikeve gelê Kurd di wî deqê de li ser pîya ye. Ji ber ku tiştên li wir pêktên hemû polîtîk in. Gelê Kurd di vî zanebûnê de ye û dizane ku tiştekî ji xwe ber pêşnakeve. Ne bi destê mirovek be ango bi destê hikûmetê be tiştek li wir naqewime. Şert û mercên Îmralî şert û mercên normal nînin. Têkîliya gelê Kurd bi Rêber Apore tenê têkîliyekî sîyasî û polîtîk nîn e. Tenê têkîliyekî netewî jî nîne. Serok Apo serokê gelê Kurd derbas kiriye. Di nêz de civaka navnetewî de ji gelê Ewropa bigirin heya gelên Rojhilata Navîn dijîn, hemû jî li fikr û ramanê Rêber Apo xwedî derdikevin. Paradîgmayê Rêber Apo dipejirînin. Îlham û hêz ji vêya digirin. Bi vî rengî tekîlîya gelê Kurd bi Rêber Apo re têkilîyeke bîrdozî, dîrokî, felsefî, ilmî û heman demê de hestên hezkirin û manewî heye. Pêkhatina vê hevdîtinê jî gelê Kurd û dostê wan divê wusa famnekin ku bi yek hevdîtin tecrîd rabû. Ev taktîkeke hikûmeta AKP’ê ya faşîst e. Fêrî vî rêbazê bûye. Dema tansîyon û refleksê gelê Kurd bilind dibe hevdîtinekî çêdike û piştre jî qut dike. Têgihiştinekê ava dike ku pêvajo normal bike. Divê em bizanibin ku tecrîd berdewam e. Ev tiştekî pêşketî nîne ev tiştekî divê her hefte pêk were. Li gorî hiquqê divê pêk were. Gelê Kurd û wekî tevger me ji xwe wusa fam nekiriye û em wusa jî pênase nakin. Têkoşîna li hemberî mutlaq tecrîd divê berdewam bike. Divê bi şêwazekî pêngavî berdewam bike. Pêngava 2019’an encamek derxist û bi 2020’an jî ev pêvajo xwe bide berdewamkirin heya ku tecrîda Îmralî bikaribin bişkînin. Bêguman vîna gelê Kurd wê vî tiştî bişkîne.

HEVDÎTINÊN BI RÊBER APO

Di hevdîtinê de Serok Apo got ‘Sekna min a niha sekna min a 2019’an e.’ Hevdîtinê 2019’an ku bi parêzerên xwe re çêkiribû ( 5 hevdîtin hatibûn kirin) sekna diyar kiribû jî ‘sekna min sekna 2013’an e.” 2019 jixwe sekna 2013’an e. Sekna 2013’ê ji bo pêşketina çareseriya demokratîk bû. Sekna pêşî vekirina ji bo çareseriya demokratîk bû. Heyetên dewlet û ya HDP’ê çûn Îmralî. Hatina Qandîl çêbûn. Ji xwe ev pêşengtî û gavavêtina Rêber Apo de ev pêvajo pêş ket. Niha em wisa şîrove dikin Serok Apo ji bo pirsgirêka Kurd were çareserkirin û ji bo na komara Tirkiye bê demokratîkkirin her tim amadeye. Di pêşengtiyê de ne pirsgirêka Serok Apo ne jî ya Tevgera Azadî ya Kurdistanê heye. Sekna Serok Apo ji 2013’an ve heya roja îro ev e. Erê, em Tevgera Azadiyê li hemberî faşîzmê parastina xwe ya rewa didin meşandin lê ev nayê vê wateyê ku ji çareseriyê re girtî ne. Ê ku ew pêvajoya 2013’an sekinand û mase qulipand ne Serok Apo bû ne jî Tevgera Azadiyê bû. Hikûmeta AKP-MHP ê faşîst bû. Ew pêvajo wekî taktîkeke şerê taybet da meşandin. Ev tê famkirin. Ne ku ev rastî Serok Apo ango Tevgera Azadiyê nedidît. Lê belê li ku derê çirûskeke çareseriyê hebe; jixwe şêwaza Rêber Apo wisa ye, ji bo çareseriyê kunekî vekir. Xwe bi hevdîtina dewleta metînger amade dît û bang kir. Jixwe hevdîtin wisa dest pê kir. Di navbera heyetên dewletê û ya HDP’ê de li Dolmabaxçeyê mitabaqat hate xwendîn. Li ser wan deh xalan dê muzakere bihata destpêkirin. Ê ku vî asteng kir faşîst Erdogan bû.”

KONGREYA HDP’Ê

Zilar Stêrk, li ser kongreya HDP’ê a ku darxistî nirxand û asta di kongrê de derketî silav kir. “Rêber Apo di hevdîtinê xwe de pehsa gelek mijaran kiribû. Di derheqê Rojava de jî gelek tişt gotibû. Silavê xwe ji eşîretên Ereb re rêkiribû. Silavê xwe li hemû xebatkar û saziyên li Rojava rêkiribû. Bi rêka wê dixwazin silavên Serok Apo bigihije cihê xwe. Ji bo Bakurê Kurdistan jî gelek nirxandin kiribû. Gotibû demokrasîya Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê divê were mezinkirin. Divê herkesekî/e ji bo vî kar bike. Hêza demokratîk a Tirk û Kurd jî di nav de divê hêza xwe bikin yek. Gelên li Tirkiyeyê wekî modela Rojava bidin avakirin. Heya ku mirov hêza xwe neke yek û pirsgirêka xwe bixwe çareser neke kes nikare çareser bike. Bakurê Kurdistan ji xwe vana di nava xwe de nîqaş dikin. Ji xwe HDP kongreya xwe ya giştî çêkir. Ez kongra wan ji vê derê de silav dikim. Kongreyekî pir bi hêz bû. Di wê derê de tenê Kurd tunebû. Hemû gelên demokratîk ku li Tirkiyeyê dijîn di kongreya HDP’ê de temsîla xwe dîtibûn. 26-27 welat nûnerên xwe rêkiribûn kongreyê. Nexwe hêvî û bendewarî ji siyaseta demokratîk ya HDP’ê teyisandina xwe li cihanê jî dike. Ew hêzên demokratîk ku siyasetê de cih digirin divê ji halê heyî zêdetir xwe bi hêz bikin. Rola wan pir girîng e di demokratîkbûyîna Tirkiyeyê de. Ji ber ku demokratîkbûyîna komara Tirkiyeyê bi çareserkirina pirsgirêka Kurd ve girêdayî ye. Serok tiştekî pir stratejî gotiye. Divê hûn bibin hêz, hûn bibin hêz ku hûn bibin muhattap. Li Bakur û Rojhilata Sûriyeyê de jî ev hêz derketiye holê û muhattap jî tê girtin. Him di milê gelê heremê de tê muhatapgirtin him jî di qadan navnetewî de tê muhatap girtin. Ev rastî di milê her kesekî/ê de tê dîtin.Ev bi hêzbûyîna wan ve girêdayî ye. Hêzbûyîna Bakur û Rojhilata Sûriyeyê ji ku derket? Xwişktî û biratiya gelan de derket. Gelên di heremê de hêzên xwe kirin yek û pergala xwe bi hev re avakirin.”

ŞERÊ LI IDLIBÊ 

Stêrk, pevçûna Îdlibê di navbera Erdogan, Putîn û Rejîm de rûdidin şirove kir û balkişand ser rastî di heremê de tê jiyankirin. Stêrk got ku, “Gelek kesan ji Tirkan re gotin Idlib dê bibe çirav hûnê nikaribin ji wê de rê derkevin. Rastî jî wusa lê hat. Dewleta faşîst ya Tirk zû de ketibû Idlibê. Bi kîşan hincetê ketibû Îdlibê? Gelek çetên sunnî ya Daîş û El Nusra pêktê hemû di wê derê de kom kir û nehişt rejîm û Rûsya bi wan re şer bike. Xwe adeta kire wekî mertal li hemberî wan çetan. Gotin hûn destûr bidin me em ê li Îdlîbê wan kom bikin û emê wan bêçek bikin. Emê nehelîn zirar bidin gelê Sûriyeyê. Li ser vê lihevkirin çêkirin û agirbestek lokal di Îdlibê ava kirin. Hevkirinekî pir qirêj bû. Niha Erdogan li ser gotina xwe nesekinî. Bihêlin wan bêçek bike zêdetir wan bi çek kir û perwerde kir. Rejîm û Rûsya vî ferq kir. Gotin ew çetên li Îdlibê hatine komkirin wekî bombeyekî nû di nava Sûriyeyê de biteqe. Rejîm û Rûsya ev ferq kirin û qebûl nekirin. Ji bo vî agirbest xera bû û lêxistin. Bi bi vî re rewşekî nû derketiye holê. Binêrin, rejîm vîna wî ya gorî pêwistî nemaye. Ê ku stratejiya rejîmê dike Rûsya ye. Ji xwe vîya her kes dibîne. Rûsya bi Erdogan re dilîze. Taktîkên pir profesyonelî li hemberî Erdogan dide meşandin. Dimenên ku hevdîtina Putîn û Erdogan a li Rûsya hatiye weşandin rastî tiştekî balkêşe. Ez bawer im civaka Tirk van dîmenan nabîne. Rewşa çapemenî û medyayê Tirkî em dizanin çawa lê hatiye kirin. Medyayê dijîtal jî heya cihekî bi asteng e. Divê her kes li van dîmenan temaşe bike. Heyeta ku çûne bi Putîn re hevdîtin bikin bi deqîqeyan Erdogan û heyeta xwe li cihê bendê dimînin didin sekinandin. Wekî ew nexweşên diçin doxtor û dikevîn rêzê ango mirovên bêkar diçin ber deriyê karsazê xwe wusa li wan hatibû. Dîmenên hevdîtinê jî gelek şîrove hatin kirin. Ev dîmenên sosret bûn. Ev çi dide nîşandan? Erdogan û hikûmeta xwe ya faşîst di nava xeteriyekî û xetimandinekî mezin de ye. Kuştiyên li derveyî welatê xwe hemû veşart. Nêzî 200 leşkerên Tirk di wê derê de hatiye kuştin. Ew jî dibêje min jî ewqas leşkerê Sûriye kuştiye, 2000 û çend leşkerê Sûriye kuştîye, 8 teyareyê Sûriye xistî, 8 helîkopterê Sûriyeyê xistiye, 150 tang û 150 topê Sûriyeyê min îmha kiriye û bîlançoyekî mirovên ji şer fêmbikin ewê bizanibin ku ew mîlanço ne gengaz e. Çawa ne gengaz e? Yekemîn di destê rejîmê de ewqas çek heye an tune ye. Didu ev rejîm ma aqlê xwe xwariye tu 2700 eskerê wî bikuje çawa deng jê dernekeve. Ew ê ji bo te bihêle, ji ber ku tu di nava axa wî de ye. Ew ne rast in, civaka Tirkiyeyê dixapîne. Muxalefet piçekî diaxive binêrin eynî pirsgirêk ji bo na ketina Lîbya jî derbasdar e. Li Lîbya jî niha esker û çeteyên ku şandiye agahî hene ku kuştiyê wan hene. Binêrin, endamê wan yê Mîtê li Lîbya hate kuştin ji bona wî definkirina wî veşartin, kuştina endamê Mîtê veşartin. Ew kesên rojnemevan ku viya îfşa kir niha hemû girtin. Li ser medya û çapemeniya demokratîk û azad jî ji ber vî zext pir mezin dimeşîne. Ger tu rastî derxîne holê tu sûcdar î! Ji ber ku civaka Tirk rastî nabîne nayê mana vana nayên jiyîn. Rastiyên li Lîbya û Îdlibê tên jiyîn berevajî van tiştên tênr ragihandin e. Divê mirovên li Tirkiyeyê li hemberî qedexeyên çapemenîyê derkevin. Rastiya Îdlîb û Lîbya binêrin sîyaseta Erdogan di pêşengtiya stratejîya Osmanîya nû de ye. Hedefê xwe tenê Sûriye nîne, Iraq jî di nav de ye.” Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Zilar Stêrk, biryara azadiyê ji 8’ê Adarê heya 21’ê Adarê divê bi rihê Newrozê bigihêje asta herî jor û banga Rêber Apo ya ji bo xebat û keddayînê careke din bi bîr anî û bi vî avayî dawî li nirxandina xwe anî. Stêrk got ku “Li pêşiya me Newroz heye. Di pêvajoya komploya navnetewî ya salvegera 21’emîn ku em ketinê gelê Kurd carekî din sekin û nerazîbûnên xwe li hemberî vî di qadên 8’ê Adarê de dan diyarkirin. Jinan careke din gotin sala 2020’an em ê bikin sala azadiya Rêber Apo. Parçekirina tecrîdê û têkbirina komployê. Sala 2020’an de ji xwe jin û gelê Kurd nexşerêya vî di 15’ê Sibatê û 8’ê Adarê de diyarkirin. Hevdîtina ku Mehmet Ocalan bi Rêber Ocalan re kiribû hatibû gotin ji bo azadî û çareseriya Kurdistanê bixebirin. Binêrin, Rêber Apo dibêje ‘Ez şev û roj bêyî rawestan li vî hucreya teng dixebitim.’ Li gorî vî hemû gelê Kurd, jinên Kurd û dostên wan divê bênavber ji bo azadiya Kurdistan û ji bo azadiya Rêber Apo di qadan de çalak bin."