SMGÊ Mam Beşîr bibîr anî

Sîwana Meclîsên Gundên Êzdiyan (SMGÊ) bi daxuyaniyekê Mam Beşîr (Hasan Dutar) bibîr anî û soza pêkanîna armancên wî da.

Sîwana Meclîsên Gundên Êzdiyan (SMGÊ) li ser wefata Mam Beşîr daxuyaniyek da û ev got: “Mixabin bi xemgînî em pê hesiyan ku siyasetmedar û şoreşgerê civaka Êzîdî Û netewa kurd Mam Beşîr (Hasan Dutar), ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest daye.

Mam Beşîr bi qasî 37 salan bo netew, civak û dînê xwe bê navber tekoşîn da. Bi taybet di avakirina saziyên civaka Êzdî de, di warê birêxistinkirina Êzdiyan de kedek mezin da, şev û rojên xwe kirin yek û bo civaka xwe kar û xebat kir.

Herî dawî piştî jenosîda 3.08.2014’an a ser Şengalê, Mam Beşîr berê xwe da Şengalê, daku di warê rêxistinkirinê de alîkariya civaka Şengalê bike. Mam Beşîr jî wekî Mam Zekî fedakarê netew, civak û dînê xwe bû.

Koça Mam Beşîr bo civaka me, netewa Kurd û dînê Êzdiyatiyê windahiyeke mezin e. Lê civaka me, tevî hemû saziyên xwe bo xwedîderketina bîranîna Mam Beşîr, divê xeta wî bişopînin û ji berê bêhtir li kar û barê xwe xwedî derkevin.

Em wek Sîwana Meclîsên Gundên Êzdiyan, di serî de sersaxiyê ji balbata Mam Beşîr re, ji tevaya civaka Êzîdî û gelê Kurd re dixwazin û soz didin ku em ê şopgirên Mam Beşîr bimînin û bo pêkanîna hedef û armancên Mam Beşîr, ji berê xurtir kar û xebatên xwe bimeşînin.”