Siyasetmedarên li Wanê: Zext wê nikaribe bi têkoşîna me

Hevserokên li Wanê gotin, ti zext û zordarî wê nikaribin wan ji gel qut bikin û ji têkoşînê dûr bixînin.

Li Wanê, di nava 2 salan de bi qasî 2 hezar siyasetmedarên Kurd hatin binçavkirin. Hemû hevserokên DBP'ê yên bajêr ên hatine hilbijartin hatin girtin. Hema bêjin hevserokeke/î DBP-HDP'ê yê navçeyan ê nehatiye girtin, nîne.

Tenê di nava 10 rojên dawî de 118 rêveberên HDP-DBP'ê hatin binçavkirin. 40 ji van hatin girtin, 78 jê bi şertê kontrolê hatin berdan. 6 mehên destpêkê yên sala 2017'an bi qasî 700 xebatkarên partiyê hatin binçavkirin, 240 jê hatin girtin. Hevserokên bajêr li ser mijarê ji ANF'ê re axivîn û gotin, girtin, zext û zordarî wê nikaribin HDP û DBP'ê ji gel û armancên wan qut bikin.

ORHAN: EM Ê HETA DAWIYÊ TÊBIKOŞIN

Hevseroka HDP'ê ya Wanê Gulîstan Orhan li ser girtin û binçavkirinê axivî û anî ziman, tevî hemû zext, zordarî û polîtîkayên şîdetê jî, roja 16'ê Nîsanê hilbijêran di asta 60 ji sedî de gotin 'NA' û vê yekê hikumet dîn û har  kiriye. Orhan anî ziman, hikumetê ji ber vê yekê bi hemû hêza xwe li Wanê êrîşî qada siyaseta demokratîk dike û dixwaze HDP'ê ji holê rake. Orhan got, "Zexteke gelekî giran li partiya me dike. Polîs her roj davêje ser rêxistinên me yên bajar û navçeyan. Em partiyeke siyasî ne ku li gorî Qanûna Partiyên Siyasî ava bûne. Karên me li pêş çavna e. Sûcekî jî nikarin ji gelek hevalên me yên hatine girtin, bibînin. Tenê 10 rojan, 118 hevalên me hatine binçavkirin. Em vê yekê qebûl nakin. Ev zext wê nikaribe me ji têkoşîna me ya demokratî vegirin. Em ê heta dawiyê bi gelê xwe re têkoşîna xwe ya demokratîk bidomînin."

ERGÎN: DIXWAZIN PARTIYÊN ME JI GEL QUT BIKIN

Cîgirê Hevserokê DBP'ê yê Wanê Çetîn Ergîn jî got, "Dewlet û AKP zexteke giran li HDP, DBP û şaredariyan dikin. Di nava saleke dawî de bi sedan hevalên me hatin girtin. Tenê hefteya dawî 118 hevalên me yên siyasetmedar hatin binçavkirin. Di nava 2 salan de hemû hevserokên me yên hatine hilbijartin hatin girtin. Bi taybetî dixwazin DBP'ê krîmînalîze bikin û ji gel qut bikin. Daxuyaniyên Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû vê yekê bi rengekî eşkere radixe pêş çavan. Em ê pêşî li armanca wan bigirin û bi gelê xwe re bibin yek. Em ê ji gel qut nebin. Bi Rewşa Awarte re hedef ji FETO bêhtir, Kurd in. Bi destê qeyûm zextên giran tên kirin. Di bin navê FETO de êrîş li dijî Kurdan tên kirin. Êrîş il kedkaran, xizanan tên kirin. Hemû destketiyên Kurdan tên talankirin. Xwezaya me tê talankirin. Heta ku xebatkarekî me yê bi tenê jî bimîne, ev girtin wê nikaribin bi me, em ê têkoşîna xwe ya bi gelê xwe mezintir bikin. Ev operasyonên ku bi rengekî bêhiqûqî û kêfî dikin, wê encamê negirin. Em ê li ser zemîneke demokratîk û siyasî siyaseta xwe bidomînin."