Siyasetmedarê Kurd Atalay jiyana xwe ji dest da

Serokê berê yê Partiya Demokrasî û Aştiyê yê Êlihê, siyasetmedarê Kurd Serdar Atalay li nexweşxaneya ku lê dihate dermankirin jiyana xwe ji dest da.

Parêzer Serdar Atalay (40) ku li Êlihê di navbera salên 2012-2014'an de Serokatiya Êlihê ya Partiya Demokrasî û Aştiyê (BDP) kir, jiyana xwe ji dest da.

Di Çileya 2019'an de Atalay krîza dil derbas kiribû û bi vî rengî pirsgirêkên tenduristiyê lê der bûbûn. Piştî ku rewşa wî giran bû doh rakirin nexweşxaneyê. Atalay li nexweşxaneyê jiyana xwe jid est da.

Cenazeyê Atalay li taxa Korikê bi merasîmekê hate veşartin. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, Hevserokên HDP'ê yên Bajêr Omer Kûlpû û Fatma Ablay û rêveberên partiyê tevlî merasîmê bûn.