'Şirnexê ti carî koledarî qebûl nekir'

Endamê YPS'ê Zagros Şirnex di salvegera berxwedana xwerêveberiyê de axivî û diyar kir, bajarê serhildanê Şirnexê ti carî koledarî qebûl nekiriye. Şervanê YPS'ê destnîşan kir, Şirnexê bi berxwedaneke bi heybet derbên giran li artêşa Tirk xistiye.

Berxwedana li Şirnexê ya li dijî êrîşên dewleta Tirk, di 14'ê Adara 2016'an de dest pê kir û heta 3'ê Hezîrana 2016'an dewam kir. Di dema vê berxwedanê de ji dewleta Tirk gelek leşker û polîs mirin.

Şervanê YPS'ê Zagros Şirnex, di salvegera berxwedanê de ji ANF'ê re axivî.

'ŞIRNEX LI BER KOMKUJIYÊN DEWLETA TIRK RABÛ'

Şervanê YPS'ê diyar kir, piştî ku Haci Lokman Bîrlîk ji aliyê dewleta Tirk ve hat kuştin, li Şirnexê berxwedana xwerêveberiyê dest pê kiriye û bi van gotinan qala vê berxwedana 82 rojan kir: "Şirnex li navenda Botanê ye, bajarê serhildan û berxwedanê ye. Şirnexê ti carî koledarî û teslîmiyet qebûl nekiriye. Dewleta AKP'ê piştî Sûr û Cizîrê êrîşî Şirnexê kir. Ciwanekî welatparêz Haci Lokman Bîrlîk kuşt, li pişt panzerê ve girê da û bi erdê re kişand. Bêguman gelê Kurd ev rewş qebûl nekir. Li dijî vê êrîşa hovane ya dewleta Tirk li taxek-du taxan bend hatin danîn, xendek hatin kolandin û hewl hat dayîn pêşî li komkujiyên artêşa Tirk bê girtin. Ev berxwedana ciwanên Şirnexê piştre li 8 taxên Şirnexê, bi taybetî li Bahçelîevler, Cûmhûriyet Îsmet, Aydinlikevler, Dîcle û Yeniyê belav bû. Ji dewletê re ev hat gotin, 'Eger tu van êrîşên hovane bidomîne, ez ê jî li dijî te li ber xwe bidim'. Berxwedana ku 82 rojan dewam kir, li gelemperiya Şirnexê belav bû. Çeteyên AKP/Qesra Erdogan ro bi roj derb xwarin û gelek kuştî dan."

'TIRS Û XOF KET DILÊ ARTÊŞA TIRK'

Zagros Şirnex destnîşan kir, berxwedana ciwanên Şirnexê tirs û xof berda nava dilê artêşa Tirk û wiha dewam kir: "Bi taybetî berxwedana hevala Zeryan bandor li Şirnexê kir. Tirseke gelekî mezin xist dilê dijmin. Teknîkên taybet bi kar anîn, hêzên taybet û çeteyên DAIŞ'ê anîn Şirnexê. Bi vî rengî xwestin encamekê bigirin. Lê belê çeteyên AKP/Qesrê li pêşberî berxwedana ciwanan li bin ketin û gelek kuştî dan. Psîkolojiya wan xera bû."

'GELÊ ME WÊ SERÎ NETEWÎNE'

Şervanê YPS'ê Zagros Şirnex anî ziman, piştî ku artêşa Tirk a dagirker bi rengekî topyekûn êrîşî Şirnexê kir, ciwanên Kurd jî dest bi ruhê seferberiyê kirin, tevlî nava berxwedana Şirnexê bûn û herî dawî got, "Piştî ku dijmin bi rengekî topyekûn êrîş kir, ji gelek herêmên Kurdistanê ciwan hatin Şirnexê û cihê xwe di nava berxwedanê de girtin. Di vê berxwedanê de gelek leheng derketin holê. Ev lehengî veguherî destanê. Em ê vê berxwedanê û lehengên wê ti carî ji bîr nekin. Em ê têkoşîna wan mezin bikin. Gelê me wê lehengên vê destana berxwedanê ji bîr neke. Wê li ser şopa wan be. Û çi dibe bila bibe, wê serî li ber dijmin netewîne. Ji ber vê yekê ez careke din di şexsê hevalên di berxwedana bajaran de şehîd bûne, hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî bibîr tînim."