NÛ BÛ

Sindoqan dibine gundê qorîciyan

Desteya Hilbijartinê ya Navçeya Bedlîsê biryar da ku sindoqên 10 gundên din jî bibe gundên qorîciyan.

Li gel biryara Desteya Hilbijartinê ya ku digot, ‘li gundan bînahiyên cameweriyê nîn in’’ jî ji sala 1950’î ve hilbijatin li sindoqên wan gundan pêk hat.

Heftiya bihurî li gel helwesta dijî biryara yekkirina sindoqan jî Desteya Hilbijartinê ya Navçeya Bedlîsê bi biryarên nû, bi hinceta ‘ewlekariyê’’ biryara yekkirina sendoqan da.

Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê ya Bedlîsê biryar da ku sindoqên gundên Aşagi Yolak, Yukari Yolak, Beşkaynak, Yaonu, Dîkme, Uçankuş, Çobansuyu, Kinali li Dibistana gundê Çeltîklî, sindoqên Çaybagi, Aşagiolek, Yukaribalcilar û Ilicakê li dibistana YÎBO ya Bolukyazi, sindoqên gundên Yaylalar jî li YÎBO ya Yolalan, sindoqên Haşmakli jî li dibistana Alaniçin a Kayadag û yên Ayrancilar jî li gundê Tanriyarê bike yek.

Desteya Hilbijartinê biryara xwe sparete ser hincetên weke; nebûna bînahiya cameweriyê, kêmbûna hilbijêran, rûniştina hilbijêran a li navçe û bajêr, zehmetiya çûna gundan û hwd. Lê li Bedlîsê ji 1950’î ve hilbijartin li wan gundan dihate kirin.