BI DÎMEN

Şêniyên Bismilê: Em bi dengê 'NA' li hev bicivin

Şêniyên Bismilê gotin, ew ê di referandûmê de bêjin 'NA' û bang li gelan kirin, ku bi dengê 'NA' li hev bicivin û di 16'ê Nîsanê de dengê xwe bidin.

Şêniyên Bismilê ji ANF'ê re axivîn:

BÛRHAN ZUMRUT: Ji bo careke din komkujî li gelan neyê kirin, ji bo pêvajoya danûstandinê ji nû ve zindî bibe û pêşî li vê rêveçûna neyînî were girtin, em dibêjin 'NA'. Em li bendê ne ku gelê me di vî warî de hê bi berpirsyarî rabe û ji bo mexdûriyetên nû rû nedin û mirov nemirin, dengê 'NA' bide. Li derveyî boykotê, lazim e her kes refê xwe diyar bike. Li dijî feraseta yek ziman, yek al û yek mlietî, ji bo pirengî û azadiya îfadeyê em bi dengê 'NA' li hev bicivin.

YASEMÎN ŞEYHMÛSOGLÛ: Li dijî neheqiyên ku heta niha li gelê Kurd hatine kirin, ji bo azadiya gelê Kurd û zimanê Kurdî, li dijî dek û dolabên bi salan li ser gelê Kurd hatine gerandin, ji bo Kurd êdî hişyar bibin û hesab bipirsin em dibêjin 'NA'. Ji bo planên desthilatdariya AKP'ê yên li dijî gelê Kurd têk bibin, em ê di 16'ê Nîsanê de biçin ser sindoqan û dengê 'NA' bidin. Em ê heta dawiyê li ser şopa Rêberê xwe û şehîdên xwe bin.

Ez bi taybetî bang li dayik û jinên Kurd dikim. Eger jin bixwazin wê her tiştî bi ser bixînin. Bi dayina dengê 'NA' re em xwedî li vê têkoşînê û siberoja xwe derkevin.

AYDIN KORTAK: Ji bo komkujiyên li Cizîr, Sûr û Nisêbînê careke din rû nedin, ji bo xwîna tê rijandin bisekine, em dibêjin 'NA'. Ji ber ku parlamenterên me girtin û dest danîn ser vîna me, em dibêjin 'NA'. Ji bo aştî, aramî û daxwazên gelê xwe em dibêjin 'NA'. Ji ber vê eykê, em bang li gelê xwe dikin ku di 16'ê Nîsanê de biçe ser sindoqan û dengê 'NA' bide.

EKREM ÇÎÇEK: NA ji sîstema Padîşahiyê û desteserkirina vîna gel. Ji bo serdestiya demokrasî û aştiyê 'NA'. Ji bo bersivê bidin girtina parlamenter, hevşaredar û siyasetmedarên Kurd, em bang li her kesî dikin ku biçin ser sindoqan. Gelê me wê di 16'ê Nîsanê de bi dengê xwe yê 'NA' nerazîbûna xwe nîşan bide. Di dema dawî de gotina 'boykotê' hatiye belavkirin. Lazim e kes bi van gotinan nexape û her kes biçe ser sindoqan. Divê gelê me xwedî li dengê xwe derkeve. Dengekî bi tenê jî girîng e. NA, NA, NA!

HAMDIYE OZDAŞ: Ez bang li dayikên Kurd û Tirk dikim ku bi dengê 'NA' li hev bicivin. Bes e ji vê zilmê re. Zarokên me hatin kuştin, hatin girtin. Malên me hatin talankirin. Aştî, aramî nema. Dibêjin boykotê bikin. Çima em boykot bikin? 16'ê Nîsanê roja hesabpirsînê ye. Em ê wê rojê biçin ser sindoqan û bêjin 'NA'.