Senfoniya taybet a ji bo salvegera pêngava 15'ê Tebaxê: Dengvedan

Di senfoniya ji bo salvegera 40'emîn a Pêngava 15'ê Tebaxê de koroyeke Kurdistanî ya ji 25 kesan û orkestrayeke navneteweyî ya ji 15 kesan amade bûn.

SENFONIYA 15'Ê TEBAXÊ

19'ê Tîrmehê
Serê Hezîranê
Şagirtên Egîd
Daketin meydanê
Jina Kurd bi rihê 15'ê Tebaxê
Jin Jiyan Azadî kir peyva cîhanê

Ev gotin ji aliyê helbestvan Hekîm Sefkan ve hatiye nivîsandin û bûye stran.

Senfoniya nû ku ji aliyê Hekîm Sefkan ve hate nivîsandin û bû stran, ji bo salvegera 40'emîn a Pêngava 15'ê Tebaxê hate amadekirin.

Piştî karê studyo yê ji sê mehan, aranje û qeyda senfoniyê hefteya derbasbûyî qediya û ji fermandarê pêşeng ê Pêngava 15'ê Tebaxê Egîd (Mahsûm Korkmaz) heta bi Zap û Avaşînê diyarî berxwedanê hate kirin.

Li gel koroya Kurdistanî stran ji aliyê hunermend Xelîl Xemgîn ve hate gotin.

Di berhemê de koroyeke Kurdistanî ya ji 25 kesan û orkestrayeke navneteweyî ya ji 15 kesan jî amade bûn.

Derhêner Serhat Hûlakû ji bo sirûda 'Dengvedan'ê dest bi amadekariya klîbekê jî kir. Tevgera Çand û Hunerê ya Kurdistanê ji bo karê qeydkirina sirûdê û amadekariya klîbê piştgiriya manewî da.

Koroya Kurdistanî, orkestra û tîma teknîkê li salona konserê ya Dêra Martin Luther a li bajarê Koln ê Elmanyayê li hev kom bûn, berhem gotin û dîmen ji bo klîbê hate kişandin.

Di nava orkestrayê de ku ji aliyê Kompozîtor Mîr ve hate birêvebirin Alan Arîf, Nûrê Dilovanî, Mûrat Bakrak û Memo Yapiştiran, her wiha muzîsyenên ji orkestra senfonî ya bajêr a li eyaleta NRW a Elmanyayê amade bûn. Di nava koroya Kurdistanî de stranbêjên navdar ên Kurd Comerd, Şemdîn, Dilovan, Nebez Ebdila, Bengî Agirî, Zozan, Beser Şahîn, Peywan Arjîn, Amed, Dilara, Ayda Kiliç, Talat Yeşîl, Kawa, Fewzî Kiliç, Welat, Ayşo Rojava û Seîd Serhed hebûn. Gulistan Alemdar ku dema zarok bû li nava HUNERKOM'ê tevlî perwerdeya muzîkê bû, Gulistan Mûsa, Leyla û Dilara ya 10 salî jî tevlî koroyê hatin kirin.

Hekîm Sefkan spasiya hemû endamên koro, orkestra û tîma teknîkê kir.

Senfoniya 'Dengvedan'ê wê 15'ê Tebaxa 2024'an di salvegera 40'emîn a Pêngava 15'ê Tebaxê de bê weşandin. Gotinên senfoniya 'Dengvedan'ê bi vî rengî ne:

Dengvedan

Gotin û Muzîk: Hekîm Sefkan

Giyan û vîn a li Zapê
Li Avaşîn
Dengevdana tebaxê ye
Dengvedana bi tîn

Rastiya wê berxwedan e
Éş û jan e
Ji mệj ve tê, tê ji dûr
Weha nivisîn ev xwebûn

Ne neyar ne hevalên wan
Nekarîn bişîkînin vîna me
Tîna me ji tebaxê tê ji agir
 

Warê me bû
Yê me ye
Dimîne warê me
Warê me
Dimine warê me
 

Em li vir bûn
Lị vir in
Dimîne warê me
Warê me
Dimîne warê me
 

Em ev çiya bûn
Rûbar û riyên wan şopên me ne
Gund û bajar
Deşt û zozanên wan navên me ne
 

Em ev axin çand û ziman
Erd û ezman
Kurdistan e Kurdistan
Kurdistan e Kurdistan

Dagirkirin
Dê û dot ji hev dûrkirin
Parçekirin li hev parkirin

Kurdistan
Talankirin
Bêdengkirin Kurdistan
Û gelê wê

Jar û mest bû

Bê Rêber, bê tevger
Û bê helwest bû

Du peyv man

Kurdistan bindest e
 

Divê azad be
Ji bo Rizgar be
Divê şiyar be
Li ser piyan be
 

Gotin buha bû
Lê tenê maba dengek
Divabû bibe vedeng
 

Nivê havînê 15ê Tebaxê
Mirin reviya ji ser vê axê
Kurdên sar û dîl bûn tebax û tîn
Her hêlê şoreş, rabûn û raperîn
 

15ê Tebaxê giyan daye axê
Giyanê Egêd e 15ê Tebaxê
 

19 Tirmehê
Serê Heziranê
Şagirtên Egîd
Daketin meydanê
Jina Kurd bi rihê 15ê Tebaxê
Jin Jiyan Azadî kir peyva cihanê
 

15ê Tebaxê giyan daye axê
Giyanê Egîd e 15ê Tebaxê
 

Rêber rê rêbaz danî
Egîd xwend û pêkanî
Hemberî dagirkeran
Serî hilda li wan çiyan
Roja 15ê Tebaxê
Tîn da hemî Kurdistan
 

15ê Tebaxê giyan daye axê
Giyanê Egide 15 hê Tebaxê