Selma Irmak: Em bi biryar in

Parlamentera berê ya HDP'ê û Hevseroka berê ya KCD'ê Selma Irmak ji ANF'ê re peyamek şand û diyar kir, ew bi biryar in ku heta dawiyê li ber tecrîdê rabin.

Parlamentera berê ya HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka berê ya KCD'ê ya dîlgirtî Selma Irmak, di roja 15'an a greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de peyamek şand û got, ew serbilind û bi kelecan in ji ber ku bi berpirsyariya hêviya li dijî bêhêvîtiyê radibin.

Selma Irmak peyam ji ANF'ê re şand û diyar kir, tecrîdkirina Ocalan ne însanî, ne exlaqî ye û divê bersiv ji daxwaza civakî re bê dayin, şert û mercên azad ên ji bo jiyan û xebatê ji Ocalan re bên afirandin. Irmak nerazîbûn nîşan da ku bi hevdîtina carekê ya bi malbatê re civak tê manîpulekirin û got, bi sebra gelê Kurd tê lîstin.

TÊ WATEYA RENCÎDEKIRINÊ

Irmak ku 16'ê Çileyê bi Hevseroka DBP'ê Sebahat Tûncel re dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger kir, di dewama peyama xwe de got, "Hikumet, Wezareta Edaletê li şûna ku bersivê bidin daxwaza ji bo rakirina tecrîdê, hewl didin çalakiya greva birçîbûnê têk bibin, manîpule bikin û civakê hem bêhtir sor bikin, hem jî rencîde bikin.

RONAHIYA DI TARÎTIYA REŞ DE

Hevberdevka KCD'ê û Parlamentera me ya Colemêrgê Leyla Guven 8'ê Mijdarê ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Birêz Ocalan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir. Bi dilê xwe yê jinê çalakiya wê silav dikim. Her wiha serbilind û kelecanî me, ji ber ku bi pêşengiya jinan bi wê berpirsyariyê radibim ku di tarîtiya reş de dibin ronahî, di nava bêhêvîtiyê de dibin hêvî. Bi vê hest û baweriyê, di serî de Leyla Guven a ku bi meşaleyê tarîtiyê ji holê radike û daye pêş, jinên berxwedêr, çalakgerên li Strasboûrgê, Hewlêr, ji Amedê heta Kandirayê hemû çalakgerên li her cihî, gelê me yê hêja bi hezkirin, rêzdarî, hêvî û berxwedanê silav dikim.

ÎMRALI SÎSTEMA TESLÎMGIRTINÊ YE

Dinya tev, dost-dijmin baş zanin ku Birêz Abdullah Ocalan şexsekî bi tenê nîne; ew gel e, gelên neteweya demokratîk e, her kes in ku li rastiyê digerin, bi edalet, aştî, mafên mirovan û azadiyê bawer dikin. Sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê ku 20 sal in bi rêk û pêk didome, sîstemeke teslîmgirtinê ye ku zextê li serdema heyî û paşeroja civakê dike û hewl dide serî lê bide tewandin. Lê encam negirtiye, wê nikaribe bigire.

EM BI BIRYAR IN

Ji bo tavilê bersiv ji daxwazen çalakgeran re bê dayin me dest bi çalakiyeke wiha kirine. Hevdîtina kurt a Birêz Ocalan a bi biryarê xwe re erênî ye, lê belê têrê nake. Di mijara rakirina tecrîdê de em bi israr û bi biryar in.

EM BANG LI HER KESÎ DIKIN

Her kesên ku heta niha di şexsê Leyla Guven de destek dane vê daxwazê ji dil silav dikim. Lê belê ji bo şikandina tecrîdê pêwîstî bi berpirsyarî û rêxistinbûneke mezintir heye. Em bang li her kesî dikin ku bi rengekî encamgir tevlî pêvajoyê bibin."