Şehîdên Rojava tên definkirin

Cenazeyên şervanên ku di Pêngava Xezeba Firatê û êrîşa dewleta Tirk a Qereçoxê de şehîd bûne, li Qamişlo li Goristana Şehîd Delîl Saroxan bi merasîmekî heybet ve hatin veşartin.

Bi sedan welatiyên bajarê Qamişlo cenazeyê 3 şervanên YPG/YPJ′ê Ferhad Mihemed (Botan Girbawî) û Şukrî Hesen (Elî Qamişlo) ên ku Pêngava Xezeba Firatê û Hêvî Mihemed (Destan Qamişlo) a ku 25′ê Nîsanê di bombebarana balafirên Tirk ên li ser herêma Qereçox de jiyana xwe ji dest dabûn, li Goristana Şehîd Delîl Serûxan hatin veşartin.

Di merasîma oxirkirinê de, Fermandarê Giştî yê QSD′ê Nasir Hec Mensûr, Fermandarê Giştî yê Hêzên Erka Xweparastinê Siyamand Welat, Hevserokê Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Ebdulkerîm Sarûxan û Şêwirmendê Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd, amade bûn.

Li goristanê bi deqeyek rêzgirtinê merasîmekî leşkerî hate lidarxistin. Piştre Şêwirmendê Rêvberiya Xweser a Kantona Efrînê Bedran Çiya Kurd axivî û got ku wê hemû êrîşên li ser herêmên Rojava, bi saya fedekarî û berxwedana şervanên YPG/YPJ/QSD′ê têk biçin.

Kurd anî ziman ku armanca ji van êrîşan, destekdayîna çeteyên DAIŞ′ê ye û got: ″Wê gelê Rojava berxwedana xwe ya li hember planên ku li ser herêmê tên meşandin bidomînin.″

Piştre nasnameyên têkoşeran hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin.

Merasîm bi veşartina cenazeyên şervanan û qîrkirna dirûşman ve bi dawî bû.