Şehîda Xanesorê bi dirûşmeyan hate veşartin

Cenazeyê Nazê Nayîf Qewal a ku îro di êrîşa komên çeteyên PDK’ê ya li ser meşa gel de şehîd bibû, ji aliyê sedan kesan ve bi dirûşmeyan ve hate veşartin.

Cenazeyê Nazê ji aliyê sedan kesan ve ji Nexweşxaneya Xanesorê hat wergirtin û bi karwanekî ku ji nêzî 100 wesayîtan pêk te ve birin herêma Serdeştê ya li Çiyayê Şengalê. Di rê de welatî jî derketin ser rêyan û karwanê cenaze silav kirin.

Li Serdeştê cenazeye Nazê Nayîf Qewal birin malbata wê û wecîbeyên olî hatin bicîhanîn. Di vê navberê de girseya ku li ber konê malbatê kom bû, dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo”, “Ey şehîd xwîna te li erdê namîne” berz kirin.

Rêveber û endamên saziyên Şengalê jî di nav de bi sedan kesên ku tevlî merasîmê bûn, piştre cenazeye Nazê Nayîf Qewal dîsa bi karwanekî wesayîtan ve birin Goristana Şehîd a li herêma Qendîl a bajarê Şengalê. Cenaze li vir bi dirûşmeyan hat definkirin.

JI HEMAN MALBATÊ 4 ŞEHÎD

Nazê Nayîf Qewal 21 salî bû û ji eşîra Hebaba ya li gundê Zomanê yê Şengalê ne. Malbata wê di dema fermana 73’yan de jî warê xwe terk nekir û xwe spartin Çiyayê Şengalê. Di berxwedana Şengalê de birayek, xalek û xizmek dayika wê di nava refên YBŞ’ê de şehîd bûn.

ŞEHÎDA 8’AN A XANESORÊ

Di 2’yê Adarê de komên çete yên girêdayî PDK’ê û AKP’ê ji aliyê Sihêla ve hatibûn Xanesorê û di sibeha 3’yê Adarê de jî bi çekên giran êrîşî bajarokê kiribûn. Li ser vê yekê şervanên YBŞ/YJŞ’ê bersiv dabû û di şer de 7 şervan şehîd bibûn.

Li ser van êrîşan pêla nerazîbûnê li tevahiya Kurdistan û cîhanê belav bibû û gel rabibû ser piyan. Di çarçoveya nerazîbûnan de welatiyên Êzidî jî li Şengalê rabibû ser piyan. Di roja yekemîn a êrîşan de dayikan berê xwe dan çeperên çeteyan û xwe li ber xendekên wan kirin mertal. Îro jî gel heta çeperên çeteyan meşiya, lê çeteyan dîsa bi guleyan êrîş kirin û 15 sivîl birîndar bûn. Nazê Nayîf Qewal jî şehîd jiyana xwe ji des da.