Sedîq Sipêrtî: Berxwedana gelê Kurd wê faşîzmê têk bibe

Sedîq Sprêtî ku di greva birçîbûnê ya Mexmûrê de cihê xwe digre anî ziman, ku berxwedana gelê Kurd wê faşîzmê têk bibe.

Çalakiya greva birçîbûnê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) a li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin, 144 roj in bi biryardarî dewam dike. Bi heman armancê çalakiya Endama Meclîsa Îştar Fadîle Tok jî 109 roj in bi biryardarî dewam dike. 

Welatparêzê Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî Sedîq Sipêrtî ku sê dewre ye cihê xwe di çalakiya greva birçîbûnê de girtiye ji ANF’ê re axivî.

‘WIJDANA MIROV ÊDÎ TEHMÛLA TECRÎDÊ NAKE’

Sipêrtî bal kişand li ser pêvajoya heyî û got: "Pêvajoya ku bi pêşengtiya Leyla Guven hatî destpê kirin heta roja me ya îro bi biryarî û berxwedanek xurt didome. Di heman demê de sedema ku rojiya mirinê ya ku di zindanan de hatî destpêkirin jî tecrîda ku li ser Rêbertî ku ev çend sal in berdewam dike ye. Her wisa zilam ku tê kirin ne tenê li ser Rêbertiya me ye, di kesayeta Rêbertî de li ser tevahî gelan û mirovahiyê ye. Sedema ku ev sê dewirin ez dikevin çalakiya greva birçîbûnê 15 hevrêyên me yên ku ji bo tecrîda girankirî ya li ser Rêbertî bê şikandin ketin rojiya mirinê bû. Vê yekê pir bandor li min kir. Ne tenê bandor li min kir bivê nevê bandor li ser tevahî mirovahiyê dike.”

‘HEVDÎTINA TECRÎD BI DAWÎ NEKIRIYE’

Sedîq Sipêrtî destnîşan kir ku bi hevdîtinên ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêk hatî nayê wateya tecrîd bi dawî bûye û got: “ Ketina min a çalakiya greva birçîbûnê ya li ser hev, ew bû ku hevrêyên me yên ku di zindanan de dest bi rojiya mirinê kirin ye. Ji ber vê yekê ev sê dewirin li ser hev di greva birçîbûnê deme û bê xwestin ez ê dest bi rojiya mirinê jî bikin. Ji ber ku êdî di mal de rûniştin wijdanê mirov diêşîne. Beriya niha jî ji bo ku tenê çalakî û berxwedan gelê Kurd sist bikin hevdîtin bi Rêbertî re dan çêkirin, lê ev nayê wê wateyê ku tecrîda li ser Rêbertî hatiye şikandin. Tenê ev ji bo xapandinê pêktînin, ji bo ku îradeya me bidin şikandin van hevdîtinan pêktînin. Di heman demê de ji bo ku bi raya giştî bidin nîşandan ku tecrîd li ser Rêbertiya me tineye û bi vê yekê encamekê bigirin. Lê belê bila dijmin baş bizane, wê ti carî bi hevdîtinek an jî du hevdîtinan îradeya gelê me nede şikand. Heta ku tecrîda li ser Rêbertî bi temamî neyê rakirin wê çalakî û berxwedana me berdewam bike.” 

‘TECRÎD SÛCÊ MIROVAHIYÊ YE’

Welatparêz Sedîq Spêrtî wiha berdewamî dan axaftina ev got: “Li hemû qadên navnetewî tecrîd sûcek yê mirovahiyê ye. Tecrîda ku niha li ser Rêbertiya me tê domandin jî parçeyek ji vê tecrîda ku li dijî sûcê mirovahiyê ye. Ji bo vê yekê niha li Kurdistan û derveyî Kurdistanê gelê me ketine çalakiya greva birçîbûnê, hinek ji wan di çalakiya bêdem û bêdorveger denin , yek ji wan jî Fadîle Tok ya ku penabera welatê xwe ku niha li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî dimîne ye. Ji bo ku tecrîda li ser Rêbertî bê şikandin ev 109 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye. Yek ji sedemên min yê ku ev sê dewrene ez çalakiya greva birçîbûnê dewam dikim Fadîle Tok bû ku ew jî wek keçek ya me, li pêş çavên me hêdî hêdî bedenê wê di hele ye. Ji ber wê êdî wijdanê min qebul nekir ku ez di malê de rûnim û temaşe bikim, min jî biryar da ku ez çalakiya greva birçîbûnê bi awayekî piştgirî dayînê bidim berdewam kirin.” 

‘TEVLÎ ÇALAKIYAN BIBE’

Sipêrtî herî dawî ev got: “Divê ku gelê me her qada lê dimîne tevlî çalakiyan bibe û berxwedana xwe geş bike. Ji ber ku em dibînin ku Serokkomarê Tirkiyê Erdogan bi pilanên qirêj ên faşîzane li ser gelê me dide tê û li ser xaka Rojavayê Kurdistanê bi rêxistinkirina komên çete dixwaze xaka Kurdistanê dagir bike. Ji bo em tecrîda li ser Rêbertî bidin şikandin û pêşî li faşîzma Erdogan a li Kurdistanê dike bigirin, divê gelê me hîn zêdetir tevlîbûna xwe ji bo çalakiyan heyî re çêbike û bide domandin.”