Sedemê şewba Koronayê sîstema kapitalîst e

Endam û berdevkê Platforma Parastina Hevselê diyar kirin ku di sedema bingehîn a vîrusa Koronayê û yên berî wê yên weke SARS, weba hwd. gelek nexweşiyan, mêtinkariya bêdawî ya kapîtalîzmê, dîsa polîtîkayên wê yên talan û texrîbatê ne.

Endamê Platforma Parastina Hevselê Guner Yanliç û Berdevê Platforma Parastina Hevselê Vahap Işikli derbarê şewba koronavirusê û texribatên li ser xwezayê ji ANF’ê re axivin û anîn ziman ku sedema bingehîn a vîrusa Koronayê û yên berî wê yên weke SARS, weba hwd. gelek nexweşiyan, mêtinkariya bêdawî ya kapîtalîzmê, dîsa polîtîkayên wê yên talan û texrîbatê ne.

‘SEDEMA ŞEWBÊ ZÎHNIYETA MÊTINKARÎ Û KAPTALÎST E’

Endamê Platforma Parastina Hevselê Guner Yanliç anî ziman ku di çarçoveya nexweşiya vîrusa Koronayê ya ev 3-4 meh in bûye rojeva tevahî cîhan û Tirkiyeyê mirov mijarê bigire dest, wê rast be û wiha axivî: “Sedema bingehîn a vîrusa Koronayê û yên berî wê yên weke SARS, weba hwd. gelek nexweşiyan, mêtinkariya bêdawî ya kapîtalîzmê, dîsa polîtîkayên wê yên talan û texrîbatê ne. Her çi qasî gelek zîhniyet diyar dikin ku ev nexweşî ji mirovan çavkaniya digirin û mirovan sûcdar dikin jî, em xwedî têgihiştineke ekolojiyê ya wiha ne ku bi hezarê salan e mirovatî bi aştiyane di nav xwezayê de jiyaye. Em diyar dikin sedema vê vîrusa ev qasî bi awayekî global bû kujer û li cîhanê tesîreke zêde çêkir, pergala kapîtalîst e ya her tişt kiriye meta û polîtîkayên wê yên talan û texrîbatê ne. Sedema van nexweşiyên berê û niha zîhniyeta mêtinkariya bêdawî ya kapîtalîzmê ye. Her wiha ew şewb û nexweşî weke belgeya van krîzan tê pêşiya me. Helbet kapîtalîzmê krîzên xwe yên berê ku veguherand firsendan, koma sermayedar bi xurtî ji van krîzan derket û bi vî awayî xwe ji nû ve ava kir.”

‘ŞEWBA HERÎ MEZIN KAPITALÎZM E’

Guner destnîşan kir ku divê krîza heyî de li Tirkiyeyê rê ji talanê re hate vekirin û ev tişt got: “Têkildarî Tirkiyeyê eger em binirxînin jî, Gola Salda ya li Burdurê ku hewce ye bê parastin, di vê krîzê de ji talanê re hat vekirin. Ji xwe bi qanûnên hatin derxistin rê li ber talana gelek beşên weke maden, turîzmê, park û qadên divê bên parastin vekirin. Em dibînin ku bi têgihiştineke desthilatdariyê dixwazin komên sermayedar bihêz ji nav vê krîzê derkevin. Em weke mirov bi barana zêde ya di vê biharê de hat, bi sedema dê ji xwezayê re bi feyde be, wê mirov û zindî xwe pê xwedî bikin, ku hewce em kêfxweş bin, lê mixabin bi bendava Ilisû re dîrokek di bin avê de hat hiştin.

Ez dibêjim ku heta kapîtalîzm hebe dê ev şewb û nexweşî hebin. Em dikarin bêjin ya rastî şewba herî mezin kapîtalîzm e. Heta kapîtalîzm neqede, jiyaneke demokratîk û ekolojîk neyê avakirin, em ê careke din bi nexweşiyên weke Korona, SARS û webayê re rûbirû werin. Ev dê weke parçeyekî jiyana me jî bimînin.”  

‘KRÎZA PERGALÊ HEYE’

Berdevkê Platforma Parastina Hevselê Vahap Işikli jî anî ziman ku di her şewbê de em tên ber qonaxeke nû û got: “Em rewşeke şewbê dijîn. Di her şewbekê de em tên ber qonaxeke nû. Weke xulase mirov dikare bêje ku piştî vê pêvajoyê dê her tişt wekî berî nebe. Ya rastî dê ti tişt wekî berê nebe. Em dikarin bêjin a rû dide hinekî neqaba kaosê ye. Di vê merheleyê de em ji tevgerên li dijî pergalê bigirin heta yên ekolojîk û yên jinan divê em li ser nuqteya em dikarin çi bidin civakê bisekinin. Ji ber em nikarin bi fikra xwe ya kevin vê cîhana nû terîf bikin. Ev eşkere li ber çavan e. Her wiha pirtûkên me heta niha xwendine jî nikarin vê rewşê vebêjin. Belê krîzeke pergalî heye, lê piştî wê krîzê dê çi were pêkanîn divê em li ser bisekinin.”

RÊYA SÊYEMÎN

Işikli bilêv kir ku li heberî krîza pergalê ti çareseriya kaptalîzmê nîne û wiha dom kir: “Ji welatên Rojhilata Navîn bigirin heta welatên din ên cîhanê ya heye ew e, li hember vê krîza pergalî ti çareseriyeke kapîtalîzmê nîne. Ji ber ev krîz ji aliyê pergalê ve hatiye avakirin û derketiye holê. Di vê nuqteyê çareserî dikeve ser milê tevgerên li derveyî pergalê, yên li dijî pergalê û civakên li derveyî dewletê. Di vê çarçoveyê de tevgerên ekolojîk ya rastî di nuqteya bibin dijberê pergalê de ku dibin yek, dema em li mijarê dinihêrin, em dikarin behsa rêbaza rêyeke sêyemîn a çareseriyê bikin. Pêwîst e li ser bingeha bi vê rêya sêyemîn re em ê karibin çi bidin gelan, li mijarê binihêrin.”

‘TEVGERÊN DERVEYÎ PERGALÊ’

Işikli destnîşan kir ku ev şewb û nexweşî ya yekemîn nîne, beriya wê jî heye û ev tişt got: “Karesata Çernobîlê heye. Dema em di çarçoveya Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn de li mijarê binihêrin, berî niha bi çend mehan me behsa erdhejê dikir. Em niha jî behsa vê şewbê dikin. Dîsa beriya wê pêvajoyeke bi pevçûn hebû. Ev hemû krîzên ku ji aliyê pergalê bi xwe çêkiriye. Di vê nuqteyê de weke tevgerên ekolojiyê em dikarin pêşengiyê ji çareseriyê re bikin. Ya girîng ew e em van tevgerên li derveyî pergalê bigihînin hev. Ji ber xwezaya ya me yek e. Mînak em dinihêrin pergala kapîtalîst bi aqilê zilam ku êrîşî xwezayê dike, li hember jinê tundûtûjiyê pêş dixe. Di vir de ya tê qetilkirin dîsa xweza bi xwe ye. Lewma di mijara avakirina rêya sêyem de gelek nuqteyên em bigihîjin hev hene. Li tevahî cîhanê tişta tevgerên li derveyî û li dijî pergalê bidin mirovan ew e, hêviya jiyaneke nû bidin civakan. Her wiha ev ji civakê dûr nîne, heqîqeteke ku di genê civakê de heye. Ya girîng ew e mirov vê heqîqetê derxe holê.”

‘LI DÛ HER ŞEWBEKÊ BEHSA XELAYÊ TÊ KIRIN’

Işikli anî ziman ku li dû her şewbekê behsa xelayê tê kirin û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Ji vir û şûn ve ya divê bê kirin weke tevger, mirov û civakan ew e, em bikevin nav lêgerîna em çawa dikarin vegerin çandiniyê. Ev tê maneya vegera li xwezayê. Li dû her şewbekê behsa xelayê tê kirin. Her wiha cîhan êdî vê tîne ziman. Dîsa li Tirkiyeyê Odeya Muhendîsên Çandiniyê diyar kir ku eger tedbîr neyên girtin, dibe ku havînê xelayek rû bide. Lewma hewce ye em vegerin xwezayê û bi awayekî berbiçav rêya çareseriyê jî ev e. Lê belê li Tirkiyeyê ji dema ew şewba vîrusa Koronayê dest pê kir, qadên parastî û yên weke sît hatibûn îlankirin ji avadaniyê re hatin vekirin. Mînak rûxsat dan santrala termîk a li Elbistanê. Dîsa behsa Gola Salda tê kirin, her wiha li çiyayên Qazan xebatên lêgerîna zêran careke din dane destpêkirin. Behsa xebatên madenê yên li Cerratepe ya li Artvînê dikin. Pergal dixwaze vê krîzê ji xwe re bike firsend. Mînak bang li gel dikin û dibêjin ji malên xwe dernekevin, lê li aliyekî din dixwazin hinek tiştan meşrû bikin, firsendan ji xwe re çêbikin û talanê pêş bixin. Ji ber vê hewce ye em vegerin cewhera xwe, ji bo avakirina jiyaneke nû bixebitin.”