Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê sersaxî da malbata Bulût û gelê Kurd

Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê ji malbata Endamê Komîteya Piştevaniya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK’ê Yasîn Bûlût (Şukru Seret) ku li Silêmanî ji aliyê MÎT’a Tirk ve hate şehîdkirin, sersaxî xwest.

Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê têkildarî Endamê Komîteya Piştevaniya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK’ê Yasîn Bûlût (Şukru Seret) daxuyaniyek da. Saziyê sersaxî ji malbata Bûlût û tevahî gelê Kurd ê welatparêz re xwes.

Sazaya Malbatên Şehîdan a Şengalê, di serî de ji malbata Şehîd û Tevgera azadiyê sersaxî hat xwestin û wiha hate gotin: “Ev 40 salin ji bo azadiya gelê Kurd û xwedîderketina li destkeftiyên Kurdistanê Şehîd Yasîn Bûlût bê navber di nava tekoşînê de bû.

 Keda wî ne tenê ji bo parçekî Kurdistanê belku ji bo tevhiya gelê Kurd û gelên bindest bû. Li ser fikr û ramanên Rêber Apo jiyana xwe kiribû di xizmeta vî gelî de.

Em civaka Êzidî û malbatên Şehîdan vê êrîşa trisinûk bi tunî şermezar dikin.  Qewimîna van bûyera li Başûrê Kuiridstanê û taybetî li Silêmaniyê metrisîdarin. Pêwsîte rê li ber van kriyaran bê girtin. Ev êrîşa hovane ne tenê li dijî kesek, bajarakî yanî jî partyeka siyasî, belkû li dijî hebûna gelê me ye. Pêwsîte rêvebriya Başûrê Kuridstanê xwe berpirsiyar bibînin û rê li van êrîşan bigirin.

Herî dawî em didin diyarkirin ku heta dawî li keda hevalên xwe xwedî derkevin û wê bi van êrîşên Tirsinok dijmin nikariba me bê îrade bike.”