Şaredariya Gundikê Melê jî hate desteser kirin
Şaredariya Gundikê Melê ku Hevşaredarê wê yê DBP'yî hatibû girtin, Alîkarê Waliyê Şirnexê Tûran Bedîrhanoglû weke qeyûm hate wezîfedarkirin.
Şaredariya Gundikê Melê ku Hevşaredarê wê yê DBP'yî hatibû girtin, Alîkarê Waliyê Şirnexê Tûran Bedîrhanoglû weke qeyûm hate wezîfedarkirin.
Şaredariya bajarokê Gundikê Melê ku girêdayî Şirnexê ye beriya 2 rojan Hevşaredarê DBP'yî Abdullah Tunç hatibû binçavkirin û piştî girtîna wî, Alîkarê Waliyê Şirnexê Tûran Bedîrhanoglû weke qeyûm hat wezifedarkirin.
Bi qeyûma herî dawî re li tevahî Şirnexê ku 12 şaredarî hene, hemû Şaredarên DBP'ê yî ne qeyûm hatin wezîfedarkirin.