Saleke Mexmûr di bin dorpêç û ambargoyê de ye!

Wargeha Penaberan Şehîd Rûstem Cûdî saleke di bin dorpêç û ambargoya PDK’ê de ye. Ji ber ambargo û dorpêçê her diçe rewşa mirovî û tendurisît digihêje asta xeteriyê.

Salek li ser ambargo û dorpêça PDK’ê ya li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) re derbas dibe. Tevî hemû serlêdan û hevdîtinên rêveberiya Mexmûrê hê rêveberiya PDK’ê ambargo dawî nekiriye û sedemê vê yekê jî eşkere nekiriye.

Ji ber ambargoya ku salek li pey xwe hişt bû sedemê mirina çend zarok û dîsa di warê tenduristî û jiyanî de zoriyên mezin bên kişandin.

Ji ber ku li gorî plan û konsepta nû ya dagirkeriyê, Mexmûr jî tim beşek a planên wê ye. Em bînin bîra xwe kengê êrîşek li ser destkeftî û Tevgera Azadiya Kurdistanê pêk hatiye, êrîş, zext û çewisandin bi hevkariya hinek aliyên Kurd ve li ser Mexmûrê jî çêkirine. Ambargo û dorpêça bi destê PDK’ê ya li ser Mexmûrê parçeyek ji planên dagiker ên dijminên gelê Kurd e.

PILANÊN DAGIRKERÎ, HEVKAR Û NOKERAN

Mirov dikare bêje, ti demê demekî asayî ku welatiyên Mexmûrê bikare aram li herêma Kurdistanê kar bike tine bûye. Tim di bin çavdêrî û kontrolê de bûne. Heta gelek carî ciwan û welatiyên Mexmûrê bi hincetê vala hatin destgîrkirin û hê jî niha hinek di zindanên PDK’ê de ne. Her demê PDK’ê zext li vî gelî kiriye.

JI BO DAWÎKIRINA AMBARGOYÊ ÇALAKÎ

Di serî de ciwan, jin û xelkê Mexmûrê û dîsa gelê Kurdistan, hunermend, rewşenbîr, nivîskar, saziyên mîna HDP, KCD, KCK, PYD û kesayetên mîna Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, sazî û rêxistinên Kurdistanî û derveyî welat ji bo dawî anîna vê ambargoyê bang kirin. Lê mixabin tevî hemû bangan jî PDK ji ya xwe nehate xwar û hê jî dawî li ambargoyê neaniye.

ERK Û MÎSYONA XWE CIH NEANÎN

Dîsa ji bo dawîkirina vê ne Neteweyên Yekbûyî û ne jî Hikûmeta Iraqê bertekek cidî raber nekirin ku dawî bibe û ne jî bi erka xwe ya mirovî rabûn. Ev jî kir ku heta niha ambargo dewam bike.

AMBARGO: PITIK MIRIN, NEXWEŞÎ ZÊDETIR BÛN

Her ku çû, nexweş zêde bûn, pêwîtiyên derman û dîsa tedawîkirinê qediyan û ev jî bû sedem ku mirin pêk bên. Ji ber rêgiriya li bendên kontrolê yên Asayîşa PDK’ê dayikan zarokên xwe winda kirin. Di roja 17’an a ambargoyê de ango 3’yê Tebaxa 2019’an dayika Zeyneb Ehmed dema ducanî xwest biçe nexweşxaneyê rê hate girtin û zaroka xwe winda kir. Dîsa berî wê Fatma Kara ji ber bi saetan a rêgirtina wê ya li benda kontrolê jî zaroka xwe ji dest da. Ji ber rêgirtinê herî kêm 5 pitik mirin.

Di vê pêvajoyê de bi dehan kesên bi nexweşiya giran a kronîk hebûn nehatin dermankirin û ji bo gihadina nexweşxaneyê jî bi saetan li benda qeymeqam û dîsa bendên asayîşê yên PDK’ê hatin rawestandin. Bi tengbûna vê pêvajoyê re nexweşî girantir bû û zêdetir bûn.

Li gel van hemû zorî û zehmetiyan nexweşiya Covîd-19 jî peyda bû û ev yek barê penaberan a di bin ambargoyê de zêdetir kir. Tevî her tiştî jî Komîteya Tenduritî ya Wargeha Mexmûrê bi erka xwe ya mirovî rabû û bi derfetên pir kêm hema mirov bêje tine, li dijî şewba Koronayê gel parast û li ber xwe da, xelkê Mexmûrê ji nexweşiya Koronayê parast.

KARKERÊN MEXMÛRÎ JI KAR DERXISTIN

Bi destpêkirina vê pêvajoya ambargoya ji aliyê PDK’ê ve hate destpêkirin, di serî de di warê aborî de bandorekî pir mezin li xelkê Mexmûrê kir. Ji ber ku debara Mexmûr li ser aborî û rojane karkirinê bû. Di vê qonaxê de PDK’ê weke gava yekem rê li karkeran girt û zêdetirî 3 hezar karker ji karê xwe bûne û mexdûr bûne. Dîsa welatiyên xwedî kar ji kar hatin derxistin û gef li wan hatin kirin. Karsaz kar ji destê wan girtin.

Tevî vê jî gel bê alternatîf nema, her çendî zoriyên wê jî hebe, lê dest bi karê çandinî û sewalkariyê kirin. Bi vê yekê debara xwe ya di pêvajoya ambargoyê de diborîne. Lê ji ber metirsiya DAÎŞ’ê û weke herêmeke nakok tim metirsî li ser heye û ji bo debarê jî herêmekî teng e. Ev jî dibe sedem ku zoriyên debarê qat qat zêdetir bibe.

DI BIN AMBARGOYÊ DE ÊRÎŞ Û BOMBERDÛMAN

Metirsiya êrîşên DAÎŞ’ê ya li herêmê zêde ye. Ji xwe 2’yê Nîsana 2020’ê çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî şivanan kiribû û 3 kes birîndar bûbûn.

Li gel êrîşên DAÎŞ’ê jî balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombe kirin û heta niha çend carî bombe li Mexmûr barandin. Di van bomberdûmana de welatiyên Mexmûrê şehîd û birîndar bûn.

Di 19’ê Tîrmeha 2019’an de balafirên şer bombe li Mexmûrê barandibû û du sivîl birîndar bûbûn. Dîsa 15’ê Nîsanê vê carê balafirên bê mirov ên bi çek ên Tirk (SÎHA) bombe li 3 jinên sivîl ên dema ji bêriy vedigeriyan barand û her sê jin qetil kirin. Her wiha beriya wê jî êrîş hatibûn kirin û sivîl hatibûn qetilkirin û birîndarkirin. Herî dawî jî 15’ê Hezîrana 2020’ê bi dehan balafirên şer ên Tirk nêzî 40 deqeyî bombe li Çiyayê Qereçox, derdorî wargehê û dîsa deverên ji bo lawirvanî û çandiniyê ku di pêvajoya ambargoyê de gel debara xwe bikin hate barandin.

Li gel êrîşan jî rojane balafirên keşfê û dîsa car bi car jî balafirên şer li esmanên Mexmûrê bê navber digerin.

TEVÎ HER TIŞTÎ JÎ LI BER XWE DIDIN

Xelkê Mexmûrê yê xwedî mîrateyeke yê berxwedanê ye, di vê qonaxa ambargo û dorpêçê de tevî heqareta li bendên kontrolê yên PDK’ê, mirina pitik, bêkarî-zoriyên jiyanê, bomberdûman û metirsiya DAÎŞ’ê ya li herêmê teslîmî polîtîkayên hevkarî-nokeriyê nebûn û li ber xwe didin.