Saleh Êzdîn: Ez ê bi dengê xwe bersiva êrişan bidim

Endamê Mekteba Siyasî ya PADÊ Saleh Êzdîn diyar kir ku di hilbijartinan de ew ê bi dengê xwe bersivê bidin êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Şengalê û hevkariya PDK'ê.

Di nava 2 hefteyan derdora 300 malbatên Êzidî piştî 9 salan ji koçberiyê vegeriyan Şengalê. Ev vegera di salvegera rizgarkirina Şengalê de pêk hat, di heman demê de mîna peyamekê ji neyarên civaka Êzidî re bû. Di pêvajoyeke bi vî rengî de dewleta Tirk a dagirker careke din êriş bir ser Şengalê û 2 şervanên YBŞ'ê şehîd xist.

Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokratîk a Êzidiyan (PADÊ) Saleh Êzdîn li ser vegera Şengaliyan û êrişên dema dawî ji ANF'ê re axivî. Saleh Êzdîn diyar kir ku hezar û 400 sal in ji vexwarina xwîna wan têr nebûne û hîn jî êrîşî wan dikin.

'ME DI CIH DE BERSIVA HER ÊRÎŞÊ DAN'

Saleh Êzdîn anî ziman ku di dema her pîrozbahî yan jî bîranînekê de dewleta Tirk bi hevkariya PDK'ê êrîşî civaka wan dike, xortên wan şehîd dixe û got, "Vê carê ji ber vegera gel û di salvegera rizgarkirina Şengalê de êrîşî me kirin, xortên me şehîd xistin. Lê belê em ti êrîşê bêbersiv nahêlin. Ji wan heye ku bi êrîşan wê me qel bikin. Lê nizanin ku rêxistina me bi xwîna şehîdan hatiye avakirin. Her dareke çiyayê Şengalê bi xwîna şehîdekî hatiye avdan û şîn bûye."

'BILA GELÊ ME ÊDÎ HIŞYAR BE'

Saleh Êzdîn işaret bi tifaq û yekîtiyê kir û got, "Di dema hilbijartinê de biçin ser sindoqan û bi dengê xwe bersiva her êrîşên dijmin bidin. Di roja dengdanê de em ê bi xurtî bersiva dijmin bidin. Bi taybetî bersivê bidin dewleta Tirk ûhevkarê wê PDK'ê."

'ÊRÎŞ JI BER VEGERA GEL TÊNE KIRIN'

Saleh Êzdîn diyar kir ku her cara malbateke koçber a li kampên Başûrê Kurdistanê xwe ji bo vegerê amade dike, yan jî vedigere Şengalê, dewleta Tirk bi hevkariya PDK'ê êrîşî Şengalê dike û got, "Divê gelê me armanca van êrîşan bibîne û li cih û warê xwe vegere."

Endamê Mekteba Siyasî ya PADÊ Saleh Êzdîn ragihand ku divê gelê Şengalê rojên tarî li bîra xwe bîne, bi vî rengî tevlî hilbijartinê bibe û bi dengê xwe bersivê bide dijmin.