Cenazeyê Sirri Sureyya Onder wê di 5’ê Gulanê de bê veşartin
Cenazeyê endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder wê di 5'ê Gulanê de li Goristana Zîncîrlîkûyûyê were veşartin.
Cenazeyê endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder wê di 5'ê Gulanê de li Goristana Zîncîrlîkûyûyê were veşartin.
Endamê Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Serokwekîlê Meclisê Sirri Sureyya Onder li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.
Ji bo Onder wê roja Duşemê 5’ê Gulanê li Navenda Çandê ya Taksîmê Ataturkê û piştî nimêja nîvro wê li Mizgefta Şîşliyê merasîm were lidarxistin.
Cenazeyê Onder wê li Goristana Zîncîrlîkûyûyê ya Stenbolê were veşartin.
Sersaxî wê saet di 19:00 de li Navenda Çandê ya Nazim Hîkmet a Şîşliyê bê qebûlkirin..